ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye 2022-02-01 15:27:27   ENQERE - Komîsyona Ciwanan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê, derbarê mirina ciwanan ku di demên dawîn de zêde dibin û binpêkirinên mafên wan de daxuyanî da û ev tişt got: "Ev pergal dikuje, em dixwazin bijîn."   Komîsyona Ciwanan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê, derbarê mirina ciwanan ku di demên dawîn de zêde dibin û binpêkirinên mafên wan de li avahiya komeleyê civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de Endamê Komîsyonê Tûna Gozlugol axivî û diyar kir ku ciwanên ku hewl didin xwe bigihînin mafên xwe yên bingehîn dimirin û tên kuştin û wiha got: "Mirina ciwanên li wargehên terîqetan cinayet in. Enes Kara hat kuştin. Mirina Abdulgafar Dayan ne ya yekemîn e. Heta ku xespkirina jiyanê bi cezanekirinê bê xelatkirin wê nebe ya dawîn jî. Maşîneyên zirxî û pergala xwe ya mirinê jî ji jiyana me vekişînin. Întiharkirin jî pirsgirêka pergalê ye. Pştî azmûnên xwe yên serkeftî di mulakatan de tayînkirina ciwanan tê astengkirin. Divê mulaqat demildest bên rakirin."   Di berdewama daxuyaniya xwe de Gozlugol, destnîşan kir ku ew pergala ku xspkirina mafan esas digire qebûl nekin û ev tişt gotin: "Ev daxwazên neçarî ne. Em ê kesek din jî kêm nebin û li gel hemû mafên xwe mafê xwe yê jiyanê biparêzin. Em bang li her ciwanî dikin ku di vê têkoşînê de cih bigirin. Ev pergal dikuje, em dixwazin bijîn."