AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît 2022-02-01 14:40:10 ENQERE – AYM'ê, tedbîra girtinê ya 3 sal û mehekê ya ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku didome "bipîvan" dît û biryar da ku mafê azadî û ewlehiyê yê Yuksekdag nehatine binpêkirinê.  Ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di 26’ê sibata 2021’an de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan hatibû kirin. Parêzerên Yuksekdag, bi binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê yên mîna “Tevdîra girtinê ya ne hiqûqî" , "Derbaskirina dema maqûl a girtinê" , "Nelêkolînkirina girtinê, bersiv nedayîna demeke dirêj a daxwazên berdan û îtîrazên ji bo girtinê" û "lêkolînkirina girtinê ya bêyî derxistina dadgehê" serî li AYM'ê dabûn.  Dadgehê ji bo serlêdanê biryara xwe da û ev tişt weke binpêkirin qebûl nekir.    AYM'ê tevdîra girtinê ya 3 sal û mehekê ya Yuksekdag jî "bipîvan" dît