Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan 2022-02-01 09:12:48 STENBOL - Kubra Fîlîz ku di Girtîgeha Şakran a Jinan de ye, ragihand ku girtiyên divê bên berdan bi hincetên wekî "Tu tevli aktîvîteyên civakî nebûyî. Pûanê te kêm e" berdana wan tê astengkirin. Kubra Fîlîz ku di sala 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Bûrsayê hatiye girtin û 20 sal ceza lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Jinan bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    Kubra Filîz, telefonî xwişka xwe Elîf Fîlîz kiriye. Xwişk Fîlîz, anî ziman ku xwişka wê 7 meh berê ji Girtîgeha Bûrsayê sewqî Girtîgeha Şakranê hatiye kirin.    DI QAWÎŞA 11 KESAN DE 23 KES DIMÎNIN   Fîlîz, diyar kir ku xwişka wê ragihandiye ku di qawîşa 11 kesan de 23 kes dimînin û got: "Xwarinê baş nadin wan. Fiyetên tiştên li kantînê pir biha ne. Ji ber vê nikarin tiştekî bikirin."    TEMBÛRA WAN ŞIKANDINE   Fîlîz, bilêv kir ku li girtîgehê qawîşên girtiyan tim tên guherandin û wan dibin qawîşên ku berê girtiyên edlî lê mane û got: "Ji ber ku qawîşên edliyan qirêjî bûne, xwişka min û hevalên xwe amûrên paqijiyê distînin û qawîşê paqij dikin. Bi pereyên xwe amûrên paqijiyê stendine û pê qawîş paqij kirine, lê piştî wextekê wan ji wir jî derxistine û birine qawîşeke din. Her wiha her roj davêjin ser qawîşên wan. Wekî ku girtî sûcek kiribin davêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin. Di dema van lêgerînan de tembûra girtiyekê şikandine."    BERDANA WAN TÊ ASTENGKIRIN   Xwişk Fîlîz, destnîşan kir ku ji roja şewba Covîd-19'ê dest pê kiriye li girtîgehan aktîvîteyên civakî hatine betalkirin, lê belê Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê bi hinceta "tu tevli aktîvîteyan nebûyî" û "pûanê te kêm e" berdana girtiyan asteng dike. Filiz got: "Ma aktîvîteyeke tune be dê çawa tevlê bibin?    GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN   Fîlîz, diyar kir ku girtiyên nexweş jî nayên tedawîklirin û got: "Li ser hev qedexeyan datînin ber wan. Dema hevdîtina vekirî 45 deqe ye, lê hevdîtin 30 qede tê kirin. Bi awayekî kêfî wisa dikin. Meseleya pêlavên bi qeytan jî heye. Berê serbest bû, lê niha qedexe kirine. Ji bo eşyayên ku malbat dişînin nedin wan tim dibêjin, 'ev wisa ye, ev wiha ye.'"    Fîlîz, di dawiya axftina xwe de bertek nîşanî zext û çewisandinên li ser girtiyan da û got: "Em di nav pergaleke wisa xirab de dijîn. Ma ka ez ê bibêjim çi wekî din? Em ji aliyê îqtidareke ku nizane demokrasî çi ye ve tên birêvebirin."    MA/ Mehmet Aslan