Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye 2022-01-31 17:04:45   DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar xist di roja 31’emîn de berdewam dike.    Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulistan Doku ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye. Malbata Doku ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibe ji serê mehê ve li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Çalkiya malbatê di roja 31’emîn de berdewam dike. Malbatê wêneyên keça xwe hildan û pirsa, “Gulistan li ku ye?” kir.    Endamên Platforma Dersimê ya Jinan jî piştgirî dan malbatê.