Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin 2022-01-31 16:54:34   KOBANÊ - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz ê ji Doza Kobanê tê darizandin got: “Kurd derketine ser dika dîrokê. Xwedî rêxistin in û dînamîk in. Hûn nikarin kurdan bidarizînin.”   Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dê were birêvebirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Piştî navbera hatibû dayîn endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz ku ji dozê tê darizandin parastina xwe kir.    DINYA LI HEMBER DAIŞ’Ê ŞER DIKE    Parmaksiz destnîşan kir ku ji ber ew li dijî zilma DAIŞ’ê û hevkariya DAIŞ’ê û Tirkiyêderketine îro tên darizandin û got: “Dinya li dijî DAIŞ’ê şer dike, hûn rabûne me digirin û didarizînin. Me jî li Enqereyê du sê heb twîta belav kiriye. Encama wê çi dibe bila bibe di dawiyê de kurdan Kobanê rizgar kir. Dîrokê wê rola me nenivîsanda lê ji ber hûn wisa dikin wê niha ew rol were nivîsandin. Çimkî hûn bi awayek li dijî hiqûqê û wîjdan me digirin. Ji bilî Tirkiyê kes DAIŞ’ê naparêze. Ka em li halê welat binêrin, ji ku hatiye ku. Êdî we wisa kiriye ku xelk ji Tirkiyê ditirse.”     ‘HÛN NIKARIN KURDAN BIDARIZÎNIN’    Parmaksiz bertek nîşanî sûcdarkirin û hedef nîşandana HDP’ê da û wiha got: “Çi ye efendim, HDP rabûye serhildanê bi rêxistin kiriye. Çawa rêxistin kiriye, amadekariyê vê li ku ne? Heye belgeyek we? Li pey me artêşek 500 hezar kesî tune ye. Biçin li berxwedan û serhildanên dinyayê binêrin û lêkolîn bikin. Çawa çêbûne ka wan bibînin. Serhildan wisa nabe. Piştî twîtê me jiyana xwe rojane berdewam kiriye. Dozgerî dikare tenê mînakek ji bo serhildanê nîşanî me bide? Hinek xwedî wîjdan bin, heke hûn bi aqilî tevnagerin hinek bi wîjdanî bifikirin. Hemin ku wisa hûn lezê dikin lê çima hûn 6 salan sekinîn? Hûn me bi dirêjkirina dozê sûcdar dikin, yawo em ê nivîsa milyonek û nîv rûpel çawa bixwînin? Lehî radibe û li pey xwe ritamê dihêle. Hûn li vir kurdan didarizînin lê belê kurd ne kurdên berê ne. Kurd êdî derketine ser dika dîrokê, gelek dînamîk û rêxistinkirî ne. Hûn nikarin kurdan bidarizînin.”    Danişîn wê sibê bi parastina Parmaksiz berdewam bike.