Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin 2022-01-31 16:42:23   ÇEWLIK - Girtî Mehmet Hanefî Bîlgîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest dabû, li Çewlikê bi meraseîmeke girseyî hat definkirin.    Girtî Mehmet Hanefî Bîlgîn ku bi hincetên siyasî ji sala 1992'an ve girtî bû, duh li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da. Hat angaştkirin ku Bîlgîn ji ber qrîza dil jiyana xwe dest daye. Malbata Bîlgîn enazeyê Bîlgîn ku duh rakiribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Enqerê wergirt û îro di saetên nîvro de anî Çewlikê.    Xizmên Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr, rêveberên TÛAY-DER'ê û gelek welatî cenazeyê Bîlgîn ji balefirgehê pêşwazî kirin û bi konvoyê birin navçeya Dara Hênê. Piştî vecîbeyên olî girseyê cenazeyê Bîlgîn bi dûrişmeyên "Şehîd namirin" li Goristana Esrî ya Dara Hênê veşart.    Ji bo Bîlgîn li Mala Şînê ya Dara Hênê şîn hat danîn.