Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine 2022-01-31 12:45:44   STENBOL - Li Kolana Îstîklalê polîsan 4 stranbêjên ku bi kurdî distrîn kirin binçavan û tundiya fizikî û heqaretê li wan kirin û dest dan ser amûrên wan.    Li Kolana Îstaklalê ya Taksîma Stenbolê di 29’ê çile de stranbêjên bi kurdî distirîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Dîmenên vê yekê li ser medya dîjîtal belav bûn û gelek aliyan bertek nîşanî vê yekê dan. Di dîmenan de tê xuyakirin ku ewilî zabiteyên şaredariyê wan hişyar dikin. Pişt re jî polîsan mudaxilî meseleyê dibn û gefê li ciwanan dixwin û dibêjin, “Hûnê nikaribin stranan bêjin. Ev der meydan e, her cih yê me ye. Hûnê nikaribin li vir muzîkê bikin.”    POLÎS: DI NÎZAMA LEŞKERÎ DE BISEKINE    Ev çar ciwanên ku stranên kurdî dibêjin pişt re ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin û wan dibin midûriyeta polîsan. Polîs li stranbêjan didin û heqaretê li wan dikin.    Stranbêj tiştên ku hatine serê wan ji ajansa me re vegotin. Muhammed Taşdemîr diyar kir ku di 29’ê çile de ew û sê hevalên xwe ji ber stranên kurdî gotine hatine binçavkirin û got: “Êvar bû polîsan me da sekinandin. Di wê kêliyê de welatiyek xwest em jê re stranan jê re bêjin û xwest dîmenên me tomar bike. Me jî ji polîsan musade xwest. Polîsan destûr neda. Di wê kêliyê de bi hêceta ku destê hevalek di berîka wî de bû, polîsan heqaret li me kirin. Polîsan ji me re got, ‘Hûnê li hemberî me di nîzama leşkerî de bisekinin.’ Wisa bi me kirin.”    DEST DANÎNE SER PEREYÊN WAN JΠ   Taşdemîr da zanîn ku polîsan wan kiriye binçavan û wiha got: “Çêrî me kirin. Gelek peyvên ku rûmeta mirovan bişikîne dikirin. Dest danîn ser estrûmanên me. Xwestin dest deynin ser pereyên di berîka me de ku me ji xwe re ji muzîkê berhev kiribû. Me li ber xwe da. Ji ber me li ber xwe da bi hêceta, ‘acizî didin derdorê’ 250 lîre ceza li me birîn. Her wiha ji bo em enstrûmanên xwe yên desteserkirî paş ve bigirin, me 250 lîre razand. Di nava mehek dawî de 5 heb enstrûmanên me desteser kirin.”    KURDÎ QEDEXE YE!    Taşdemîr diyar kir ku polîsan gef li wan xwariye û ji wan re gotine, “Em bixwazin em dikarin we bişînin Sûriyeyê jî.” Taşdemîr destnîşan kir ku li Kolana Îstîklalê ji bilî kurdî bi her zimanek din strandin serbest e û got: “Ji me re dibêjin tu eleqeya astengkirina we bi ‘kurdî re nîne’. Lê belê dema em ji cihê xwe radibin, bi zimanê tirkî, farisî, erebî û an jî bi zimanek din strandin serbest e. Polîs tiştek ji wan re nabêjin. Em dixwazin çand û stranên xwe bidomînin.”    POLÎSAN KULMA AVÊTIYE WAN    Ji muzîkjenan Yusuf Abak ê hat binçavkirin jî destnîşan kir ku polîsan tundiyê lê kiriye û got: “Polîsna bi kulma li min da. Ez li dîwar ketim. Heta îro belkî min 50 caran birine qereqolê. Cara ewil e enstrûmana min ji destê min girtin.”    QIRIKA WÎ ŞIDANDINE    Ji muzîkjenên hatiye binçavkirin Selîm Ozturk jî wiha got: “Bi îdiaya ‘em derdorê aciz dikin’ li min û hevalên min cezayê pereyan birîn. Polîsan li qereqolê ji me re gotin, ‘hûn parsek in’. Em derdorê aciz nakin. Muzîka hunerê derdorê aciz nake. Em dizî û parsekiyê nakin. Hevalên min ji ber ji wan re got, neberize me. Bi qirika wî girtin û şidandin.”    ‘MUZÎK ÇAVKANIYA DEBARA ME YE’    Halîl Erîm jî anî ziman ku ji bo ew li kolanê stranên kurdî bêjin gelek caran daxwazname dane Qeymeqamiya Beyogluyê û got: “Em tevî van qedexeyan jî stranên xwe dibêjin û em ê her bêjin. Em muzîkjeniyê debara xwe dikin. Nexwê em ê bikevin tengasiyê. Çimkî wekî din çavkaniya debara me nîne.”    RAWESTGEHÊN MUZÎKÊ HATIN GIRTIN    Erîm da zanîn ku li Kolana Îstîklalê ji bo hunermendan ‘rawestgeha muzîk’ ku hatibûn çêkirin hatine rakirin û got: “Beriya niha 6 rawestgeh hebûn. Muzîkjenan li hev parî dikir. Her kesî dikaribû muzîkjeniyê bike. Lê niha ji ber ku van rawestgehan rakirine gelek hevalên me dest ji muzîkê berdan. Diçin di karên din de dixebitin. Em dixwazin stranên me serbest bibin û cihên em dikaribin muzîkjeniyê bikin bidin me.”    MA / Mehmet Aslan - Dogan Kaynak