HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest 2022-01-31 11:51:19   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr, zextên li ser çapameniya kurd bir rojeva meclisê û xwest ku meclisê derbarê zextan de komîsyona lêkolînê ava bike.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, derbarê zextên li ser çapemaniya kurd de pêşnûme lêkolînekê da meclisê. Îmîr, di pêşnûme lêkolîna xwe de diyar kir ku bi KHK'an û giştînameyên Serokkomariyê zextên li ser çapameniya kurd hatine zêdekirin û bi giştînameya ku di 29'ê çileyê de ji aliyê Serokkomariyê ve hat weşandin rojnameya Xwebûn, Nujinha, Yenî Yaşam, Ozgur Gelecek, Alinterî, Mucadele Bîrlîgî hatine asetengkirin.    Her wiha Îmîr, di pêşnûmelêkolîna xwe de girtin û astengkirina nûçeyan jî bîr xist û da zanîn ku di sala 2021'an de 61 rojnameger hatine binçavkirin, êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin. îşkence û mehmeleya xerab li 23 rojnamegeran hatiye kirin, 11 rojnameger bi ferzkirina sîxurtiyê re rû bi rû mane û hezar û 460 nûçe hatine astengkirin û rakirin.      Bi armanca ku van binpêkirinên man û zextên li ser çapameniya kurd û muxalîf bên tespîtkirin pêşnûmelêkolîn da Serokatiya Meclisê û daxwaz kir ku komîsyona lêkolînê bê avakirin.