Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê 2022-01-31 09:38:00   ENQERE - Cenazeyê Mehmet Hanefî Bîlgîn ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo veşartinê dibin Çewligê.    Mehmet Hanefî Bîlgîn duh li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenaze ji morga Goristana Karşiyakaya ya Enqereyê wergirt û ji bo veşartinê dibin Çewligê. Tê payîn cenaze îro li Goristana Navendê ya navçeya Dara Hênê were veşartin.    Bîlgîn ji ber sedemên siyasî ji sala 1992’yan ve girtîbû û 5 meh mabû cezayê wî biqede û bê berdan. Lê duh Bîlgîn li qawîşa girtîgehê mirî hat dîtin. Rêveberiya girtîgehê îdia dike ku Bîlgîn ji ber krîza dil derbas kiriye jiyana xwe ji dest daye.