Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe 2022-01-30 16:41:01   RIHA - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di kongreya partiya xwe ya navçeya Xelfetiyê de axivî û ev tişt got: "Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe”.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Hevşaredar Xelfetiyê Mûstafa Bayram ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, gelek endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û welatî tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de govend hatin gerandin û li ser dîwarên eywana ku kongre lê pêk hat de pankartên “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin”, “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê ciwanî bi serkevin” hatin daleqandin. Her wiha pankartê ku wêneya dayîka Emîne Şenyaşar li ser ê bi nivîsa “Ji malbata Şenyaşar re edalet ji her kesî re edalet” jî hat daliqandin.    'ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E'   Di kongreyê de destpêkê Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu ku bi silavkirinê dest bi axaftina xwe kir ev tişt gotin: "Li bajarê birêz Abdullah Ocalan ez we silav dikim. Çareseriya qeyrana piralî bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dê pêk were. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye belavî tevahiya welat bûye. Ger ku çareseriyek bê gerîn ew çareserî di Îmraliyê re derbas dibe. Bila muzakere bên destpêkirin û muxatabê vê yekê jî birêz Abdullah Ocalan e" Axaftin Surucu, timik bi dirûşma “Bîjî Serok Apo” hat birîn.    'EM Ê TEKOŞÎNA XWE MEZIN  BIKIN'   Piştî Surucu Parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Ev welat bi qeyranên kur re rû bi rû hatiye hiştin, armanca siyasetê çareserkirina van qeyranan e. Di pevçûnan de bi hezaran însanên me jiyana xwe ji dest dan. Çareseriya vê yekê ji me re gelek girîng e. Ev partiya me bi hemû gelan re mozaîkek e. Li dijî faşîzmê em ê tekoşînê bidomînin. Kes nikare gel ji hev veqetîne. Çend hefte ne ku rojevek ava bûye. Em ji cihê ku tekoşîna azadiyê destpêkiriye bang dikin; bila her kesek vekîrî biaxive û bila kesek li ser navê Birêz Ocalan neaxive. Em van axaftinên ku di vê pêvajoya tecrîdê de tên kirin qebûl nakin. Ger ku hewce bi rexnedayîna kesekê hebe ew jî Erdogan û îqtîdara AKP’ê ya salan e. Em ê bi siyaseta demokratîk aşitiyê bînin. Em di konaxa dawiyê de ne, bi taluke ye lê bi konaxeke bi hêvî ye."   Piştî axaftinan, raporên faliyetan hatin xwendin û ji hevserokatiya navçeyê dengdan pêk hat. Di encama dengdanê de Fatma Korkmaz û Mehmet Yildirim ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Xelfetiyê hatin hilbijartin.