Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn 2022-01-30 11:58:00   SÊRT - Li Sêrtê, bi fezlekeya polisan cezayên giran li 5 jê zarok 18 kesên ku ji êrişa qereqola polîsan û qişleya leşkerî berpirsyar dihahatin dîtin hat birîn.    Di 14 Tîrmehê 2016’an de li dijî Qereqola Komarê ya Polîsan û Qişleya Rojhilat a girêdayî 3'yemîn Fermandariya Tûgaya Qumando ya Sêrtê êrişên çekdarî pek hatibûn. 5 zarok bi giştî 18 kes ji vê êrişê berpirsyar hatibûn girtin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê”  doz li wan hatibû vekirin. Di encama darizandina ku li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê hat kirin de bi îfadeyên şahidên vekirî cezayên giran hatin birîn.    Dadgehê ji bersûcan Alî Kayaalp, Berzan Kaya, Cemal Çekmen, Emrullah Korkmaz, Ferhat Şahîn Eryilmaz, Mehmet Emîn Ozdemîr, Mustafa Kiliçaslan, Muşerref Ûlû, Şarvan Polat, Şehmus Akdogan, Yusuf Acar û zarokên bi navê van A.K., M.S.U., M.G., O.O re cezayê muebeta giran birî. Dadgehê piştre cezayê 4 zarokan daxist 22 salan. Her wiha dadgehê ji bersûc Osman Îpek re 15 sal, ji Şahîn Kaya re 24 sal û 240 hezar lîre û zarokê bi navê M.P. re jî 18 sal 4 meh ceza birî. Dadgehê çar bersûcên din bereat kirin û dosyayên 6 kesên din jî ji dozê cuda kir.   Di biryara dadgehê ya bihincet a ku ji 70 rûpelan pêk têde îfadeyên şahidan ên di bin îşkenceya polisan de hatine girtin, esas hatine girtin.    PARÊZERAN ÎTIRAZ KIR   Parêzerên bersûcan, biryara hatiye dayîn îtîraz kirin. Ji ber ku dadgeha bilind li Sêrtê tune ye wê îtîraza parêzeran ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve bê nirxandin. Ji parêzerên bersucan Cîhan Toprak, derbarê biryara dadgehê de axivî. Parêzer Toprak, bi bîr xist ku bûyera ku bûye mijara dosyayê rojek beriya Hewldana Darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê pêk hatiye û ji ber vê rewşa awarte di 16'ê tîrmehê de li deverên cuda yên bajêr 20 ciwan weke berûcên êrişan hatine binçavkirin û derbarê wan de îdianame hatiye amadekirin.    'TIJE NAKOKÎ HENE'   Parêzer Toprak, diyar kir ku dema dosyayê lêkolîn kiriye bi gelek nakokiyan re rû bi rû maye û derbarê mijarê de ev agahî dan: "Girtiyekî di nava dosyayê de di heman demê de wek şahid hatiye nîşandan. Li gor agahiyên ku dema bûyer qewimiye; hat zanîn ku ji ber ku kolan teng in polîs li benda hêzên teqwiye mane û demekê nikaribûne bikevin kolanan. Kesê ku wek şahid tê nîşandan di wê şevê de qaşo 27 kesan teşhîs dike. Lê dema darizandin tê kirin ew kes tîne ziman ku him li qerekolê him jî di îfadeyên ku dozgerî girtine de tiştekî wisa neaniye ziman. Her wiha gotiye ku derfeteke wî ya di wê tariya şevê de wan tespît bike jî tune ye. Li ser vê nakokiyê polîsan 2 raporên bi hejmarên sicîlên cuda cuda hene. Yek bi destnîşan e yek jî bê destnîşan e. Lê belê darizandin bi esas girtina van nakokiyan pêk hat."   GOTINÊN ŞAHIDAN WEKE HEV IN   Toprak, da zanîn ku îfadeyên 3 şahidan ji serî heta binî weke hev in, lê rexmî vê rewşê jî ev gotinên bi nakok esas hatine girtin û ceza li bersûcan hatine birîn. Toprak, destnîşan kir ku derketiye holê di dosyeyê de bersûcek dema bûyerê li leşkeriyê bûye û ji ber vê dosya wî hatiye cudakirin û darizandina wî hê jî didome.   BI FEZLEKEYA POLÊSAN    Di berdewamê de Toprak, anî ziman ku li ser hemû kesên di dosyayê de cih digirin heman nakokî hene û ev tişt got: “Bersûcek roja bûyerê li Hala Zerzewatan xebitiye, bersûcekî li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bûye, bersûcek jî di wê rojê de di niqteya polîsan re derbas dibe. Ev yek bi yek hatine belgekirin û ji dadgehê re hatine nîşandan, lê dadgeh van belgenameya paşguh kiriye û li gor fezlekeya ku polîsan amede kiriye biryar daye."   MA / Fethî Balaman