Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin 2022-01-30 09:19:26   STENBOL - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, bal kişandin ser îşkenceya li girtîgehan û gotin, tu ewlehiya canê girtiyan tune ye.    Li girtîgehan binpêkirinên mafan û îşkenceya li girtiyan tê kirin zêde dibe. Ji ber van binpêkirinan li  hin girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de jî bang li raya giştî kirin ku di vî warî de hesas be.    Engîn Bûlût ku di sala 2010'an de li navçeya Maltepe ya Stenbolê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û niha di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê de ye, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Bûlût, ragihand ku xwestiye wî sewqî Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê bikin lê di 5'ê Çileyê de wî ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê kirine û li vir li dijî binpêkirinên mafan ên rêvebiriya girtîgehê di 13'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.    LÊGERÎNA TAZÎ   Engîn Bûlût, di 22'yê Çileyê de telefonî xwişka xwe Pinar Bûlût kir û binpêkirinên li girtîgehê ragihandin. Bûlût got: "Gardiyanan got, 'Em ê te bibin girtîgeheke nêzî xwişka te.' Henekê xwe pê kirine. Paşê wî birine Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê. Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê ferz kirine. Paşê wî jî ji ber van çewisandin û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kiriye."    ROJIYA MIRINÊ   Bûlût, diyar kir ku birayê wî ji ber ku girtiyan sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan dikin, ji ber kêmkirina dema hevdîtinê û ji ber wan sewqî girtîgehên ew dixwazin nakin di 13'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bûlût, da zanîn ku birayê wê gotiye ger binpêkirinên mafan bidomin dê dest bi rojiya mirinê bike û got: "Tenê bihîstina deng têr nake, dixwazim wî bibînim jî. Ji ber rewşa aborî nikarim biçim wî bibînim. Divê her ks li ber zilma li wan tê kirin tiştekî bike. Bila her kes vê bêhiqûqîtiyê bibîne. Ger girtî dest bi rojiya mirinê bikin dê vegera vê tune be."    BIFIKARIN   Tûfan Îlbaş ku di sala 2016'an de di dema qedexeyên derketina derve de li Nisêbîna Mêrdînê hatiye girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Îlbaş, di 16'ê Çileyê de telefonî dêya xwe Nesîbe Îlbaş kiriye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye û gotiye wî û 5 hevalên xwe li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayik Îlbaş got: "Gava got dest bi grevê kiriye telefon hat girtin. Cara dudoyan geriya. Min jê pirsî bê çima telefon hatiye girtin. Got, 'wan girtiye.' Ji bo telefon neyê girtin me wekî din xeber da. Berî telefonê bigire bi çend saniyeyan got, 'îşkence heye, binpêkirinên mafan hene, parêzer bişîne' û telefon hat girtin. Ez pir tirsiyam. Ji ber ewlehiya canê kruê xwe bifikarim."    Îlbaş, bilêv kir ku girtî tên îşkencekirin û xwest her kes li dijî vê îşkenceyê û binpêkirinên mafan bibe dengê girtiyan.