Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin 2022-01-30 09:06:30   ŞIRNEX - Hevalên Abdulgaffar Dayan ku wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest dabû bi xemgînî qala wî kirin û diyar kirin ku xeyal û daxwazên wî nîvco man û gotin: “Em ê xeyalên wî yên nîvco mane pêk bînin."    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) di 24’ê çileyê de dema ji pira kevin (Cadeya Yafesê) ber bi dersxaneyê ve diçû, wesayîta zirxî ya bi cureya Ranger lê qelibî û piştî du rojan jiyana xwe ji dest da. Dayan ku xwe ji bo zanîngehê amade dikir xemgîniyek mezin li pey xwe hişt. Dayan ji aliyê heval û cîranên xwe ve kesekê devliken, bi moral û jîr dihat nasîn, armanca wî ew bû ku bibe doktor. Hevalên wî yên dibistanê qala wî kirin.    Hevalên wî dema ku qala Dayan kirin kelogirî û xemgîn bûn. Hevalên wî diyar kirin ku hê jî dengê kenê wî li her derê olan dide û ew ê xeyal û daxwazê hevalên xwe pêk bînin.   'NEBÛNA WÎ ME DIÊŞÎNE'    Hevalê wî Neçîrvan Gezme (20), anî ziman wan hemû demê xwe bi hev re derbas dikirin û wiha got: “Piştî erdheja 2011’an a Wanê em li Cizîrê bi cih bûn. Dema ez hatim vir tu hevalên min tunebûn. Hevalê min ê yekem Abdulgaffar bû. Em bi hev re diçûn dibistanê û bi hev re dihatin malê. Di heman demê de em li heman taxê de rûdiniştin. Em her roj û her şev bi hev re bûn. Rojek ku me hevdû nedîtiba nedibû. Me êş û keyfxweşiya xwe bi hev re parve dikir. Min di jiyana xwe de kesek wek wî nedît. Tu kesek naşibe wî. Ez, ew û Îbrahîm her tim bi hev re bûn. Dema ku ez li gel wî bûm, ez bi aram bûm. Hevalên xwe bi rê de nedihişt. Mirovekî pir dilgeş bû. Ez hîn jî bawer nakim ku ew mirî ye. Ew bi me re dijî. Ew çû, lê wî em jî bi xwe re birin. Li her kuçeyên vê taxê bîranîn û kenê me heye. Nebûna wî me diêşîne.”   'XEYALÊN WÎ NÎVCO MAN'   Hevalê wî yê zarokatiyê Îbrahîm Dalmiş jî ku dema behsa wî dike hêsiran dibarîne û wî bi van gotinan vedibêje: “Min kesekî wekî wî nedît. Mirovekî pir rengîn û dilgeş bû. Ew ji hevalekî bêtir wek birayê min bû. Bi qasî ku min qîmet dada wî min nedida tu kesî. Me her tişt bi hev re parve dikir. Hedef û mebesta wî ew bû ku bibe doktor. Wî gelek dixwest biçe Stenbolê. Gelek xeyalên wî hebûn, lê xewn û xeyalên wî nîvco man. Pênûsa wî şikest. Wî gelek tişt xeyal kiribûn. Lê beriya ku ew xeyal pêk bên, ji nav me bar kir. Piştî ku ew çû mîna ku kes li derdora min nemabe. Ez dixwazim xeyalên wî yên nîvco mane pêk bînim. Ez ê bi hemû hêza xwe hewl bidim ku xeyalên wî pêk bînim. Ez ê wî tu caran jibîr nekim."   'HER KESÎ MORAL JÊ DIGIRT’    Yek ji hevalê wî yê dibistanê Ahmet Baran jî da zanîn ku ew ê tu carî hevalê xwe Abdulgaffar ji bîr neke û got: “Em hevalên hev û polê bûn. Abdulgaffar kêfxweşiya dibistana me bû, hemû enerjiya xerab ji holê radikir. Dema ku me ew didît, me moral jê digirti. Dema min xebera mirina wî bihîst min bawer nekir. Yek ji me kêm bû û em ê nebûna wî pir ji kûr ve hîs bikin.”   MA / Zeynep Dûrgût