ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê 2022-01-30 09:00:39   * Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, diyar kir ku bêhiqûqîtiya herî mezin li Girtîgeha Îmraliyê rû dide û got: "Polîtîkaya tecrîdê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Dixwazin girtîgehan veguherînin Kampa Gûantanamoyê."    * Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram ku qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û 5 sal û 2 meh di girtîgehê de mabû, anî ziman ku dadgerê derbarê wan de biryar daye gotiye: "Ez mecbûr im derbarê we de biryara girtinê bidim, lê ev nayê wateya ku hûn sûcdar in."    * Welatiyê bi navê Celal Altûn ku ji têkoşîna dayika Emîne Şenyaşar bibandor dibe, ji bo piştgiriya bi malbatê re helbestek nivîsand. Altûn, di helbesta xwe ya bi navê ‘Were Dayê Were’ de balê dikişîne ser êş û berxwedana dayika Emîne.   * Piştî kuştina Abdulgaffar Dayan ê li Cizîrê bi wesayîta zirxî hat kuştin, bûyerên wesayîten zirxî dîsa ketin rojevê. Xelkê Amedê, derbarê bûyerên wesayîtên zirxî de bertek nîşan dan û gotin sedema kuştina welatiyan ji ber nasnameya wan a kurdbûnê ye.    * Di piraniya îfadeyên wekî hinceta domandina Doza Kobanê de tên nîşan dan de, gelek kes û sazî diyar kirin ku naxwazin tevli dozê bibin.    * Hevalên Abdulgaffar Dayan ku wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest dabû bi xemgînî qala wî kirin û diyar kirin ku xeyal û daxwazên wî nîvco man û gotin: “Em ê xeyalên wî yên nîvco mane pêk bînin."    * Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes eleqeyeke mezin nîşanî kursa zimanê kurdî ya rêxistina HDP'ê ya Mamakê dide. Kesên tevli kursê bûne, bang kirin ku her kes xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve.    * Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, bal kişandin ser îşkenceya li girtîgehan û gotin, tu ewlehiya canê girtiyan tune ye.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 328’an de berdewam dike.    * Komeleya Ekolojiyê wê derbarê qrîza çandinî û xurekê de li Yekemîn Şaxa Egîtîm Sen'ê panel li dar bixe.(12.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed û Wanê berdewam dike. (13.00-16.00)   * Akademiya MA Muzîkê, wê 4'emîn şahiya "Rojên Muzîkê" ku diyariyê mîrê  bilûrê Egîdê Cimo dikin li avahiya xwe ya Amedê  pêk bîne. (18.30)