Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye 2022-01-29 23:05:42   AMED - Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê têkildarî astengkirin malpera rojnameya Xwebûnê de daxuyanî da û destnîşan kir ku astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye.    Malpera Rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Malpera rojnameyê piştî hat astengkirin, bi lînka xwebun1.com dest bi weşana xwe kir. Têkildarî astengkirina malpera rojnameya me Xwebûnê de Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê daxuyanî da. Baroyê di daxuyaniyê de diyar kir ku malpera înternetê ya Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve hatiye girtin û got: “Malper bi zaravayê kurmancî û kirmanckî weşanê dike. Bi nûçeyên rojane, analîz, wêje, gotûbêj, dosyeyên spesîfîk, xizmeta zimanê kurdî û xwînerên kurdî dike. Tu hincetek rewa ku malper bê qedexekirin tune ye.”   'ÎNKARKIRINA KURDÎ YE'   Komîsyonê qedexeyê hat kirin şermezar kir û got: “Em komîsyona zimanê kurdî ya Baroya Amedê vê qedexekirinê rasterast wekî helwest û hewldanek li hemberî zimanê kurdî dihesibînin. Girtin û qedexekirina malpera Xwebûnê, pêngaveke pişaftin, asîmîlasyon û înkarkirina hebûna zimanê kurdî ye. Em vê kiryara qirêj şermezar dikin û bang li eleqederan dikin ku vê qedeyê paşve bikişînin û rakin.”   Komîsyona ziman herî dawî destnîşan kir ku wekî Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê, dê li hemberî vê kiryara qedexeker di warê hiqûqî de bitêkoşin.