Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e 2022-01-29 20:24:11     STENBOL – Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku li Stenbolê di civîna gel de axivî, diyar kir ku tekane çareya pirsgirêkan Ocalan e û got: "Ne heddê wan e ku navê Ocalan bilêv bikin û li ser navê wî baixivin. Hûn ê hesab bidin."    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azd ve" 6'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. DBP'ê di çarçoveya xebatên kongreyê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sancaktepeya Stenbolê civîneke gel li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Heverdevka DBP'ê ya Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu jî tevli civînê bûn. Li hêwana civîn lê hat lidarxistin pankarta li ser "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azd ve" nivîsandî hat vekirin.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di civînê de axivî. Ozturk, diyar kir ku dewlet li hemberî gel siyaseta înkarkirinê dike û bal kişand ser zext û çewisandinên li ser gelê kurd. Ozturk got: "Gotin, zimanê we, çanda we tune ye, hûn tune ne. Kurd bi hezaran salin hene. Li Mezopotamyayê dijîn. Tirkiye hewl dide kurdan biqedîne. Gotina 'ez heme' ya kesên din qebûl nekirin. Gotin, em ê bibin efendî, hûn jî kole. Gotin, çandek we, zimanek we tune ye. Lê kurdan ev polîtîka qebûl nekirin û li ber xwe dan. Di berxwedana kurdan de gelek komkujî kirin. Li Zîlanê komkujiyek pir mezin kirin. Me Roboskiyê ji bîr nekiriye. Li Cizîrê ciwanên me bi saxî şewitandin."    ‘TEKANE ÇARE OCALAN E'   Ozturk, diyar kir ku bi Plana Şerq Islahatê hewl dane kurdan tasfiye bikin û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Ozturk, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên rû didin vekirina deriyên Îmraliyê ye û got: "Tekane çare Ocalan e."   Ozturk, pêvajoya dîyalogê ya di sala 2013'an de bibîr xist û got: "Erdogan got, meseleya kurdî tune ye. Li Cizîrê, li Nisêbînê komkujî pêk anîn. Lê kurdan li hemberî van êrişên îqtidar her roj hînb êtir berxwedana xwe xurtir kir. Gotin, em ê pêwendiya Ocalan a bi kurdan re qut bikin. Gotin, em ê bi vî awayî kurdan biqedînin. Dijminê kurdan, AKP-MHP'a li serê dewletê ne. Divê em li dûra li dijmin negerin. Ev feraset dijminê her kesî ye, li gort wê her kes terorîst e."    Ozturk, destnîşan kir ku dîrok dubare dike û bal kişand ser êrişên DAIŞ'ê. Ozturk, bilêv kir ku ji ber ku DYA destûr nedaye Tirkiyeyê, cardin DAIŞ'ê bi ruh û can dikin, lê belê kurd li hemberî van êrişan xwe diparêzin.    ‘HÛN Ê HESAB BIDIN'   Ozturk, axaftinên Erdogan ên têkildarî Ocalan de jî bibrî xistin û got: "Ne heddê wan e ku navê Ocalan bilêv bikin û li ser navê wî baixivin. Hûn ê hesab bidin. Êdî dawiya AKP'ê hatiye. Kurd ne kurdên berê ne. Cîhan êdî kurdan nas dike, dizanin kurd doza jiyaneke çawa dikin. Paradîgmaya Ocalan esas digirin. DBP çi qasî xurt bibe, dê bîrdozî jî ew qasî xurt bibe. Dem dema azadiyê ye."