‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’ 2022-01-29 17:05:27   AMED – Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy beşdarî çalakiya li dijî çêkirina daristana  bîreweriyê ya bi navê Devlet Bahçelî bû û got ku xelkê Amedê naxwaze navê Bahçelî li daîreyek xanî jî bê kirin.    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî daristana bîreweriyê ya ku dê li Çiyayê Kirklar a Amedê bi navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî were çêkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberên DBP, HDP, TÎP, CHP û Partiyê Gelecekê jî amade bûn.    ‘ÇIYAYÊ KIRKLARÊ BO AMEDIYAN PÎROZ E’   Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Mehmet Candan daxuyanî xwend. Candan da zanîn ku Çiyayê Kirklarê ji Meclisa Kirklarê re malavanî kiriye û ji bo bajarê Amedê cihekî pîroz e. Candan diyar kir ku li gel xelkê Amedê cihekî taybet ê Çiyayê Kirklarê heye û wiha domand: “Lê belê di rêvebirina bajêr de sepanên yekperest hene ku ev sepan ziyaneke mezin digihînin nirx, rêveberî, çand û yekitiya bajêr.”    ‘EM ALIYEK IN Û DÊ BIŞOPÎNIN’   Di berdewamê de jî Candan bal kişand ser polîtîkaya MHP’ê ya li ser înkarkirina kurdan û wiha pê de çû: “Gelo kes an jî zîhniyetên ku siyaseta xwe li ser înkara çand, dîrok, ziman û nasnameya kurdî dimeşînin, heta niha ji bo vî bajarî çi ked daye yan jî çi kiriye? Dema biryarên bi vî rengî ku xelkê bajêr eleqedar dikin tên dayîn, girînge ku beriya wê bi pêkhateyên bajêr, sazî û hemû derdorên têkildar re lihevkirin çêbibe. Divê navê ku dê li Çiyayê Kirklarê bê kirin, ji saziyên bajêr bê pirsîn û bi biryareke hevpar diyar bibe.”    'DÊ GEL BI TU AWAYÎ QEBÛL NEKE’   Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî axivî û wiha got: “Xelkê Amedê, tu kirinên li dijî vîna xwe qebûl nake. Ev xelk, naxwaze navê Devlet Bahçelî li daîreyeke apartmanê jî bê kirin. Em teqez qebûl nakin ku navê kesekê bi kîn û nefretê li gelê kurd dinihêre li daristanê bê kirin. Em dixwazin navê kesekî/a ji bo gelê kurd bedel dayî li wir bê kirin. Ev jî yek ji encamên polîtîkaya qeyûman e.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Em ê rê nedin faşîzmê”, “Amed dê ji faşîzmê re bibe goristan” û çepikan bi dawî bû.