Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan 2022-01-29 16:16:42   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku girtiyê nexweş Firat Yagmekan ê rewşa wî giran e gelek nexweşînên kronîk pê re hene û divê tavilê were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carekê çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li dar dixe vê hefteyê jî li dar xist. ÎHD’ê li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklara Bûcaya Îzmîrê tê ragirtin. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê parêzer Alî Aydin metna daxuyaniyê xwend.    Aydin bi bîr xist ku di nava du mehên dawî de 7 girtiyan jiyana xwej i dest daye. Aydin da zanîn ku Firat Yagmekan 14 sal in girtiyek nexweş e û gelek nexweşînên wî kronîk hene û sê caran ji ranê xwe stûr emeliyat bûye, anjiyo bûye û her wiha ji pozê xwe jî emeliyat bûye. Aydin got nexweşiyên wek Hepatît B û enfeksiyonal pê re hene û 12 sal in tevî ku dermanan bikar tîne jî di rewşa wî de tu guhertin nîne. Aydin xwest Yagmekan tavilê were berdan û heke neyê berdan û tiştek were serê wî îqtidar û rayedar dê berpirsiyar bin.