Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye! 2022-01-29 13:10:42   ENQERE – Rojnameger Cevherî Guven diyar kir ku Navenda Giştî ya MHP’ê ferman da kujer Onur Gencer ku êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bike. Guven da zanîn ku haya Suleyman Soylu jî ji mijarê heye lewma jî ji hêla MHP’ê ve tê parastin.   Rojnameger Cevherî Guven di van demên dawî de bi îdiayên derheqê serokçete Sedat Peker di rojevê de ye. Guven da zanîn ku tiliya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî di lêpirsîna derheqê Peker de hebû û Soylu ji Peker re dibêje ‘bireve.’ Guven destnîşan kir ku Soylu nedixwest MHP qels bibe û wiha domand: “Qelsbûna MHP’ê tê wateya qelsbûna Soylu. Lewma jî Soylu dest bi berhevkirina agahiyên derheqê MHP’ê de kir.”   ‘MHP DIKARE WERE GIRTIN’   Guven daxuyand ku piştî axaftinên Peker, îxtîmal hebûn ku Soylu têk biçûya lê ji ber ku derheqê MHP’ê de agahî di destê wî de hebûn, kesekî nekarî xwe nêz bike.  Guven axaftina xwe wiha berdewam kir: “Fermana êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, kesekê li Navenda Giştî ya MHP’ê dabû Onur Gencer. Ev agahî di destê Soylu de hebû. Ev mijar, mijareke ewqas girîng e ku MHP dikare pê were girtin. Lewma jî MHP nikare Soylu bifiroşe.”