Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin 2022-01-29 08:05:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Parlamenterê AKP'ê yê Yozgatê û Wezîrê Dadê yê berê Bekîr Bozdag tayînî şûna Gul hat kirin.  Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul ê ji tîrmeha 2017'an ve Wezîrê Dadê bû ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan, Parlamenterê AKP'ê yê Yozgatê û Wezîrê Dadê yê berê Bekîr Bozdag tayînî şûna Gul kir.    Biryara bi îmzeya Erdogan ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin wiha ye: "Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul efûya xwe ji wezîfeyê xwest û efûya wî ya ji wezîfeyê hat qebûlkirin. Li şûna vala mayî Bekîr Bozdag ji bo Wezareta Dadê li gor xalên 104 û 106'an ên Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê hat tayînkirin."    Wezîrê Dadê Gul ê ku îstîfa kir li ser hesabê xwe yê medya dîjîtîla vê peyamê parve kir: "Bi erêkirina Serokomarê me yê rêzdar min ji wezîfeya xwe ya Wezareta Dadê ku ji 19'ê Tîrmeha 2017'an vir ve wezîfedar im îstifa kir. Ez spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim ku daxwaza efûyê qebûl kirin û ji Wezîrê me yê nû yê Dadê Bekîr Bozdag re jî serkeftinê dixwazim."