Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin 2022-01-28 13:18:20 RIHA - Emîne Şenyaşar a Nobeda xwe ya Edaletê didomîne, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê girtî were berdan.  Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 326’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ên li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş edliyeyê, wek her roj nobedê li dar xistin.    ‘SALEKE EM LI PÊŞ EDLIYEYÊ NE’   Dayik Emîne Şenyaşar a li vir axivî, bi lêv kir ku saleke li pêş edliyeyê daxwaza edaletê dikin. Şenyaşar a xwest kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan wiha axivî: “Bila ev zilm êdî xelas be. Çend demsal in em li pêş edliyeyê rûdinin. Dozger bi me re naaxive. Bila êdî kurê min berdin, em jî vegerin mala xwe.”   Şenyaşar, anî ziman ku kesên malbata wî qetilkirin destên xwe dihêjînin û digerin û wiha berdewam kir: “Zivistane em nexweş in. Berî ku ez bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. Heke kurê min bernedin heta ku ez dimirim ez ê li pêş edliyeyê bim. Zilmeke mezin kirin, zilmeke wisa nehatiye dîtin. Di nava dikanê de kurê min kuştin.”   BANG LI ERDOGAN KIR   Dayik Şenyaşar bang li Serokkomarê AKP’î Erdogan kir û wiha axivî: “Êdî bes e kurê min berdin. Alîkariya me bikin. Tu dizanî çawa hatin kuştin, li nexweşxaneyê çi kirin dizanî. Zarokên min kuştin, çavên hevjînê min bi demiran derxistin û qetilkirin. Ev zilmeke çawa ye. Ez nexweş im divê emeliyat bibim. Tu sûcê zarokên min nîne. We ew(Îbrahîm Halîl Yildiz) çima kir wekîl. Ev tenê komkujiyan dikin. Tu çima van bedidî.”