HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in 2022-01-27 15:55:59 NAVENDA NÛÇEYAN – HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva UNICEF’ê da. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan ji bo parastina zarokên DAIŞ’î neçar man ku heta demekî wan girtî bihêlin lê ew li gorî zagonên navneteweyî tevgeriya ne. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî rewşa zarokên ‘Eşbal El Xelîfe’ bi daxuyaniyekê bersiv da UNICEF’ê.    HSD’ê destnîşan kir ku divê hinek rastî bên zanîn û ev agahî dan: “Hem ji bo parastina wan û hem jî ji bo ku civak ji wan were parastin, HSD neçar ma ku heta çareseriyeke guncav tê dîtin, wan bo demekî bigire. Zarokên ‘Eşbal El Xîlafe’ ji çeteyan hatine cudakirin û li hucreyên taybet in. Ev yek li gorî perspektîfên NY’yê hatiye kirin. Hêzên me lîste û hûrgiliyên têkildarî wan şandibûn. Hêzên me derfet da gelek rêxistinên mirovî ku xwedî li wan zarokan derkevin û wan perwerde bikin.”    BÊDENGIYA NY’Ê   Di berdewamê de jî HSD’ê destnîşan kir ku van zarokan perwerdeyên leşkerî û bîrdoziyeke tundrew dîtine û hêzên wan jî ji bo parastina van zarokan di gulana 2021’an de, di çarçoveya pîvanên navneteweyî de gelek tevdîrên taybet girtine. Daxuyaniya HSD’ê berdewam kir: “Me gelek caran bang li NY û civata navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin rêyên çareseriyê peyda bikin. Van zarokan vegerînin welatên wan da ku ji nû ve perwerde bikin û tev li civakê bibin. Ji bo perwerdekirina zarokên ji Sûriyeyê û yên biyanî û vegerandina wan a li welatên wan, hewcehî bi navendên perwerdeyê heye. Bo vê jî me bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir. Lê hêj jî tu bersivek nehatiye dayîn.”    BANGA BO UNICEF’Ê   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “NY û piraniya endamên wê di serî de jî welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ’ê de hene, ev dosyaye paşguh kir û sozên xwe bi cih ne anîn. Barê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tenê li ser milên Rêveberiya Xweser hiştin. Li ser bingeha van rastiyên ku me li jor anîne ziman, HSD bang li NY’yê dike ku bi awayekî cidî û çalak welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ’ê de hene, bên vir û hemwelatiyên xwe bibin. Di zûtirin dem de jin û zarokên DAIŞ’î bibin. Her wiha banga me bo UNICEF’ê jî ew e ku alîkariyê bide Rêveberiya Xweser da ku bikare navendên perwerdeyê yên nû ava bike.”