Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest 2022-01-27 14:40:09 ENQERE - Velî Keleş ê di nav kesên di 12’ê Gulana 2021’an de êrişî malbata Dedeogûllari kiribû de cih digirt, malbat û çapemeniya nûçe çêkirin tawanbar kirin û li ser CÎMER’ê alîkarî ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan xwest.  Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’an de kujer Mehmet Altûn bi sîleh û benzînê bi ser mala Malbata Dedeogullari ya kurd de girt, 7 ferdên malbatê li hewşa malê gulebaran kir û qetil kiribûn. Beriya komkujiyê jî di 12’ê gulana 2021’an de kesên ji malbata Keleş û Çalik êriş biribûn ser ferdên malbata Dedeogullari û ew birîndar kiribûn. Velî Keleş ê di nav kesên di 12’ê Gulana 2021’an de êrişî malbata Dedeogûllari kiribû de cih digirt, bêyî nav bide parêzerên malbatê û çapemeniya nûçe çêkirin tawanbar kirin û li ser Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) bi daxwaznameyekê alîkarî ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan xwest.