Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin 2022-01-26 11:43:42   MERSÎN – Li navçeya Erdemlî ya Mersînê polîsan wesayîta malbata Akcan sekinand û girê dan. Li ser bertekên malbatê jî polîs û cendirmeyan li endamên malbatê û karkeran xist. Malbatê da zanîn ku polîsan bangî bangî esnafên derdorê kiriye û rastî êrişa wan jî hatine   Malbata Akcan ku 12 sal berê ji ber sedemên aborî ji Sêrtê koçî Mersînê kiribûn, ji wê rojê ve debara xwe bi karê narinciyê dikin. Endamên malbatê û karkerên bi wan re ku bi heqdestekî kêm di karên baxçeyan de dixebitin, di 24’ê Çileyê de ji bo karê berhevkirina lîmonan çûn Taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemlî ya Mersînê. Endamên malbatê da zanîn ku dema ji kar vedigeriyan, polîsên kontrola rê dikirin pêşiya wan girtiye û bi hinceta ‘qoltix kêm e’ hewl dan wesayîta wan girê bidin. Dema malbatê xwest bi polîsan re biaxivin jî rastî lêdana polîs û cendirmeyan hatin. Her wiha polîsan bang li esnafên derdorê kirin û tevî wan kesan li endamên malbatê û karkeran xistin.    Endamên malbata Akcan û karkerên bi wan re têkildarî êrişê axivîn.    JI WESAYÎTÊ PAYA BÛN Û HEQARET KIRIN    Ji endamên malbatê Adnan Akcan destnîşan kir ku dema ji kar vedigeriyan malê, li Taxa Çeşmelî ya Erdemliyê ji hêla polîsan ve hatine sekinandin û bûyer wiha vegot: “Di serî de nifteya wesayîtê xwestin. Em ji wesayîtê paya kirin û dest bi çêran kirin. Piştre jî gotin ku dê wesayîtê girê bidin û 10 hezar lîre ceza li me birîn. Me jê re got ku em di şertên giran de dixebitîn û vêcarê li me biborin. Lê guh nedan. Di vê navberê de nêzikatiyeke xerab nîşan dan. Dema me bertek nîşan dayî jî ji me re gotin; ‘Hûn kî ne ku bersiva me didin. Mafê axaftinê yê mîna kesên we nîne.’ Min jê re got ‘ma ger hûn wesayîta me girê bidin evqas mirov dê çi bixwin.’ Wî polîsî jî ji min re got; ‘Ger em van cezayan nedin, wê demê em ê çi bixwin.’ Min wê demê fêm kir ku ji xwe mebesta wan birîna cezayê ye.”    ‘WEK BERTEKEK MIN WESAYÎTA XWE ŞEWITAND’   Di berdewamê de Akcan daxuyand ku tevî çêrên polîsan jî ew bi aram tevgeriya ne û ev tişt anî ziman: “Lê bi zêdebûna van çêran re êdî min xwe negirt. Ji bo ku wan protesto bikim min wesayîta xwe şewitand. Min du caran agir berda wesayîta xwe lê her carê vemirandin. Piştre jî wesayîta me birin. Apê min xwe avêt pêşiya wesayîtê ji bo ku nebin lê bi çavsorî tevdigeriyan û hindik mabûn bidin ser apê min. Ajokarê ku wesayît birî dîsa hate cihê bûyerê. Me bertek nîşan da. Li ser vê yekê polîs û cendirmeyan êrişî me kir. Bi xaza îsotê, jop û pêhnan li me xistin. Bêyî ku bêjin ev jin an jî zarok in, polîsan gule berdan hewa. Ev jî bi têrî nekir ku polîsan bangî esnafên li derdorê kir da ku êrişî me bikin. Hewl dan li wir komkujiyekî bikin. Di destê esnafan de bivir û çûv hebûn. Li me tevan jî xistin. Me jî hewl da xwe biparêzin. Cendirmeyan ji me re got; ‘Hûn kesên ji rojhilat in. Hûn kî ne ku tên vir û serî li ber polîs û cendirmeyan radikin.’ Piştre jî bi jin û mak çêr li me kirin.”    POLÎSÎ KAMERAYA XWE ŞIKAND    Akcan got ku polîsekî kêliya banga li esnafan dikir kişandibû lê bi zanebûn kameraya xwe avêt erdê, pê lê kir û şikand. Akcan wiha berdewam kir: “Wan jî dizanîn ku ew dîmen li dadgehê dê serê wan biêşîne. Dîmenên ku min kişandibûn jî cendirmeyan ji telefonê birin. Cendirmeyan ez û apê min binçav kirin. Bi zanebûn em di nava koma faşîst de birin qereqolê. Wê komê jî li me xist. Li qereqolê polîsên trafîkê gotin ku dê gilîdar nebin lê me bi israr got ku em ê giliyê bikin. Ji bo ku gilî nekim cendirmeyekî payebilind hate cem min û got ‘ji bo bûyer mezintir nebe dev ji giliyê berde.’ Ez li wir qaneh kirim.”    ‘EM Ê HEMÛ JINAN BIKUJÎN’   Endameke din ê malbatê Mercan Akcan (15) jî derheqê bûyerê de wiha got: “Em karkerên hilberînê ne. Em neçarin ji bo debara xwe bixebitîn. Ji bo ku wesayîta me girê nedin me gelek hêvî jê kirin lê guh nedan. Piştre jî tevî esnafan êrişî me kirin. Dema min hewl dida kekê xwe biparêzim, cendirmeyan li min û xwîşka min xistin. Diqîriyan û digotin ‘em ê hemû jinan bikujin.’ Gelek tirsiyam. Dema xwîşka min ber bi birayê min ve diçû bi pora wê girtin û kişandin. Zêdetirî 100 wesayît derbas bûn lê tenê yek jî nedan sekinandin. Lê tenê ya me sekinandin û girê dan. Bêrehm tevdigeriyan.”    ‘KURD PEREYÊN XWE DIDIN CEZAYAN’   Ji şahidên bûyerê Zozan Tama (14) û Samet Bahadir jî destnîşan kirin ku polîsan heqdestê wan ê 6 mehan di nava 5 deqeyan de tune kiriye û li deverên mîna Mersînê Kurd hemû pereyê xwe didin cezayên bi vî rengî. Welatiyan got ku polîs li gorî keyfa xwe tevdigerin.   Selman Guzelyuz - Cemîl Ugur