14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin 2022-01-26 11:06:34   COLEMÊRG - Sê kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Şemzînana Colemêrgê bûn, ji ber barîna berfê 14 roj in agahî ji wan nayê girtin.    Sê kolberên kurd ji navçeya Mîrgevera bi ser bajarê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ve derbasî herêma Şepeta Gerdî ya bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê bûn. Piştî ku her sê kolber deras bûne 14 roj agahî ji wan nayê girtin. Navê kolberan Barzan Mîhendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd in û li Geliyê Bênar winda bûne. Tevî hemû xebatên lêgerînê jî hêj nehatine dîtin û ji ber metirsiya aşûtê lêgerîn bi sînordarkirî tê kirin. Du roj berê xizmên kolberan ji navçeya Mîrgeverê derketin rê û bihîştin sînorê Şemzînanê.    Xizmên kolberan li herêmê tevî şertên dijwar û berfa stûr bariyaye jî bi derfetên xwe lêgerînê pêk anîn. Welatiyên lêgerînê dikin destnîşan kirin ku divê dewlet tevlî xebatên lêgerînê bibin. Hat zanîn ku xizmên kolberan xwe negihandine tu şopê û vegeriyane Mîrgeverê.