Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e 2022-01-26 09:16:46 AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku wê serdana Amedê bike. Xelkê Amedê ji bo hatin û daxuyaniya Kiliçdaroglu wiha got: “Divê Kiliçdaroglu ne ji bo xapandinê, ji dil be û were Kurdistanê. Divê gotin û kirinên wî yek bin.”  Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu di serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan de diyar kiribû ku ew ê di 27’ê çile de serdana Amedê bike. Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe de gotibû: “Riya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe.” Derbarê vê daxuyanî û serdana Kiliçdaroglu de li Amedê ji welatiyan pirsî.      ‘NE JI DIL IN’    Basrî Yenis ê esnaf diyar kir ku ne tenê Kiliçdaroglu gelek siyasetmedar serdana Amedê dikin û got: “Erdogan jî hatibû û gotibû, ‘Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e’. Mesûd Yilmaz jî digot, ‘Riya Ewropayê di Amedê de derbas dibe’. Çawa dikarin karê xwe bi Kurdan bikin wisa dibêjin. Lê dema dixwazin dikarin bi eşkereyî bêjin kurd tune ne.”    Welatiyê bi navê Mehmet Akgol jî bi lêv kir ku gotinên Kiliçdaroglu ne ji dil in û got: “Kiliçdaroglu ji bo çi tê Amedê? Wê bêje ‘Ez bi kurdan re ji dil im’. Na derew e, gotinên wan qet ne ji dil in.”    ‘DIVÊ KILIÇDAROGLU JI DIL BE’   Welatiyê bi navê Wahît jî bal kişand ser nêzîkatiya CHP’ê ku ji destnedayîna parlamenterên HDP’ê re gotibû “erê” û wiha axivî: “Heta îro qet qala kurdan nedikirin. Dema wexta hilbijasrtinê tê qala kurdan dikin. Ew ne ji dil in. Ji bo ku dilê kurdan xweş bikin û raya bistînin van gotinan dikin. Divê Kiliçdaroglu di gotinên xwe de zelal û ji dil be. Lê me dêna xwe didinê ne zelal e. Divê bêtirs gotinên xwe bêje û li gorî wê bike jî.”    Abbas Aydemîr jî anî ziman ku daxuyaniya Kiliçdaroglu ji bo berhevkirina raya ne û got: “Gotinên Kiliçdaroglu baweriyê nadin. Ne ji dil e. HDP’ê naxwazin. Sedema ku niha Selahattîn Demîrtaş girtî ye jî CHP ye. Em ji gotinên wan ne bi bawer in. Bila kene xwe bi me nekin.”    ‘HEMÛ PARTÎ LI SER HDP’Ê DIBIN YEK’    Cuma Burak ji destnîşan kir ku dema mesele dibe HDP hemû partiyên pergalê dibin yek û wiha got: “Em lê binêrin, ji berê ve siyasetmedarên tirk ji bo kurdan çi gotine pûç derketine. Erdogan ji hat Amedê û heman tişt gotin. Di gotinên xwe de ne rast in. Êdî em bi van gotinên wan têr bûne.”    ‘DIXWAZIN WEK BERÊ KURDAN BIKIN KOLE’   Nezîr Gezer ji bal kişand ser dîroka CHP’ê û wiha got: “CHP’ê, Şex Seîd û hevalen wî daliqand in. Partiyên dewletê ji bo berjwendiyên xwe kurdan bikar tînin. Ne ji dil in. Partiyên tirk her tim derewan dikin. Li Amedê tiştekî din dibêje û diçin Enqereyê dişteki din dibêjin. Dixwazin kurdan bixapînin. Gelek rêberê kurdan daliqandin û kuştin. Dixwazin kurdan wek berê bikin koleyên xwe û keda kurdan bixwin. Li ser vê dixebitin.”    ‘EV DER KURDISTAN E’    Gezer gotina “Ez ji peyva Kurdistanê aciz im” ya Kiliçdaroglu bi bîr xist û wiha got: “Ev der Kurdistan e. Dixwazin bila werin min bavêjin girtîgehê jî. Di arşîva Osmaniyan de ji heye. Erdogan bi xwe jî çend caran anî ziman. Navê vir Kurdistan e. Tu kesek nikare înkar bike. Tu daxwaziya min ji Meclîsa Tirkiyê nîne, daxwaziya min ew e ku gelê kurd bibe yek û werin cem hev.”