NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin 2022-01-25 17:32:58 CINÊV - Raportora Taybet a Parastin û Pêşxistina Mafên Mirovan a Di Têkoşîna Li Dijî Terorê ya NY’ê Fionnuala Ní Aoláin ji bo xelaskirina 700 zarokên di kampa Sînaayê de ku rastî êrişa DAIŞ’ê hatibûn bang li dewletan kir.    Raportora Taybet a Parastin û Pêşxistina Mafên Mirovan a Di Têkoşîna Li Dijî Terorê ya NY’ê Fionnuala Ní Aoláin têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da. Ní Aoláin diyar kir ku ew ji ber zarokan ku di nava aloziya girtîgehê de asê ma ne bifikar e û wiha domand: “Tekane îdia ew e ku ev zarok, zarokên kesên têkiliya wan bi terorê heye ye. Ev xeletiya van zarokan nîne lê ji hêla dewletên ku hemwelatiyên wan in ve tên îhmalkirin. Ez bang li dewletan dikim ku hemwelatiyên xwe bibin welatên xwe.”   ‘SEDEMA  ALOZIYÊ HELWESTA DEWLETAN E’    Ní Aoláin di berdewamê de jî qala pêvajoya êrişê kir û wiha pê de çû: “Li gorî lêkolînan hemwelatiyên 57 dewletên cuda di kampên Sûriyeyê de ne. Yek ji sedema çirava ewlehî û mafên mirovan a li Hesekê derketî holê jî helwesta newergirtina zarokan a van dewletan e. Bang li hemû dewlet û aktorên din dikim ku ji bo parastina sivîlên di girtîgehê de bikevin nava hewldanan.”    ‘XWEDÎ LI HEMWELATIYÊN XWE DERKEVIN’   Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Ravina Shamdsani jî li avahiya NY ya Cinewê daxuyaniyek da. Shamdsani got ku ji ber rewşa li Hesekê qewimî bifikar e û wiha axivî: “Li gorî texmînan bi sedan zarok li girtîgehê ma ne û ji bo ewlehiya wan bifikar im. Banga min li her du aliyan û li hemû hikûmetên ku bandora wan li ser van aliyan hene heye ku ji bo parastina sivîlan li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Wekî Komîseriya Bilind beriya niha jî gotî, divê her dewletek berpirsyariyên xwe yên hiqûqa navneteweyî pêk bînin û di vê çarçoveyê de hemwelatiyên xwe, bi taybet jî jin û zarokan bibin welatên xwe.”   MA / Ruştu Demîrkaya