Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike 2022-01-25 17:19:36   WAN - Malbatên beşdarî nobeda edaletê bûn xwestin girtiyên nexweş ben tehliyekirin û daxwazên wan bên cih.    Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyane û nayên berdan dest pê kiribûn di roja 46'emîn de didome. Xebatkarên Kargeha Hunerê ya Aryenê û lîstikvanên Şanoya Mencelê serdana malbatan kirin.    Cevdet Bîlekçî yê bavê girtî diyar kir ku lawê wî Hakan ev 8 sal in girtiye ji ber berdana wî hatiye taloqkirin, serbest nayê berdan û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.    Dayika Metin Uyar ê girtî Filiz Uyar jî da zanîn ji bo girtî bên berdan ew têkoşîna edaletê dimeşînin û dayik edaletê dixwazin bila girtiyên nexweş bên tehliyekirin.