Li Rihayê rê hatin vekirin 2022-01-25 16:21:08   RIHA - Rêya di navbera Amed - Rihayê ku ji ber barîna berfa zêde hatibû girtin ji nû ve bi awayekî kontrolkirî hat vekirin.   Li Rihayê ji duh ve berfê lê dikir. Ji ber berf û bagerê rêyên di navbera bajaran de ji çûn û hatina trafîkê re hatibûn girtin. Îro berfê vekir û xebatên vekirina rêyê berdewam kirin. Demek piştre rê bi awayekî kontrolkirî ji çûn û hatinê re hatin vekirin.    Walîtiya Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku xebata vekirina rêyên Siwêreg, Wêranşar, Hewag, Cûrnê Reş û tax û gundên girêdayî van navçeyan hêj jî berdewam in.