Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye? 2022-01-25 14:52:35 DERSIM - Malbata Gulistan Doku ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibe, 25 roj in li pêşiya Edliyeya Dersimê, çalakiya rûniştinê li dar dixe. Ji Gulistan Doku ya xwendekara Zaningeha Mûnzûra Dêrsimê ji 5 Çileyê 2020’an ve tu agahî jê nayên wergirtin. Malbata Doku bi daxwaza, ji bo ku aqûbeta keça wan bê zelalkirin, ev 25 roj in li pêşiya Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Malbata Doku tevî sermaya dijwar guh nade berf û baranê û li pêşiya edliyê çalakiya xwe li dar xist û pirsa, "Gulistan Doku li ku ye?" kir.    Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî wek her roj piştgiriya malbatê kirin.