Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin 2022-01-25 14:06:41   STENBOL - Serlêdana ji bo biryara "nêşopandina êrişa zayendî" a derbarê Xerîbe Gezer ku li Gîrtîgeha Kandirayê de dihat girtin û bi îşkence û tecawizê re rûbirû mabû û di 9’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû hatibû kirin, hat redkirin.    Xerîbe Gezer li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê bi îşkence û destdirêjiyê re rûbirû mabû. Gezer di 9'ê kanûna 2021'an de li hucreya girtîgehê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Parêzerên Gezer, derbarê peywirdarên girtîgehê de bi hêceta "Îşkencê", "êrişa zayendî ya bi wesf", "wezîfeya xwe pêk neanîne" û "mafê bikaranîna zorê binpêkirinê" gilî kirin û serî li Serdozgeriya Kandirayê dabûn. Ji xeynî van hêcetan parêzeran derbarê bijîşkê girtîgehê Îsmaîl Ûlker de jî ji sûcê "îstîsmarkirina peywirê" gilî kir û serî li serdozgeriyê dabûn. Lêpirsîna ku piştî serlêdanê hatibû destpêkirin bi biryara "neşopandinê" bi encam bûbû.   'SERLÊDAN NEHAT LÊKOLÎNKIRIN'   Parêzeran ji bo dosyeya ku bi biryara "neşopandinê" hatibû girtin ji nû ve bê vekirin serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kocaeliyê dabûn. Lê Dadgehê biryara ku hatiye girtin di cih de dît û serlêdana parêzeran red kir. Parêzera Gezer Eren Keskîn li ser hesaba xwe yê medya dijital bertek nîşanî redkirina serlêdanê da û got: “Beriya Gezer jiyana xwe ji dest bide, dozger îfadeya wê jî negirtiye. Piştî mirana wê jî di demek pir kêm de derbarê dosyeya wê de biryara neşopandinê da. Dadgeha Cezayê Sûlhê li ser serlêdana me jî nesekînî. Di demek ewqas kin de jî biryara redkirinê da. Gelo em ji Dadgeha Destûra Bingehîn bi hêvî ne? Naxêr..."