Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye 2022-01-25 14:01:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tiliya dewleta tirk raste rast di êrişa DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Sînaayê de heye.   Çeteyên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de bi hejmareke mezin li dijî Girtîgeha Sînaayê êriş dabû destpêkirin. Li dijî vê êrişa berfireh operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bênavber didomin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di vê êrişê de.   Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan xetereya ku DAIŞ, şaneyên wan, girtî û malbatên wan ji bo herêm û cîhanê çêdikin gelek caran bi raya giştî re parve kirine û wiha domand: “Bi taybet jî piştî ku di 23’yê Adara 2019’an de ku DAIŞ di hêla leşkerî de hat tunekirin. Lê civata navneteweyî guh nedan van bangan. Gelek dewlet jî dixwazin vê mijarê di nava sînorên me de bihêlin. Ev nêzikatiyeke xelete ji ber ku DAIŞ ji bo hemû cîhanê gefe. Ev xemsarî destkeftiyên HSD’ê ku bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî hatibûn bidestxistin dixe xetereyê.”    Di berdewama daxuyaniyê de jî Rêveberiya Xweser ev agahî parve kirin: “Êrişa li dijî Girtîgeha Sînaayê ku girtiyên DAIŞ’î tê de ne bi plankirî hat kirin û xwedî armancên mezin in. Yekser tiliya dewleta Tirk tê de heye. Li gorî agahiyên belgekirî, dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe û DAIŞ’ê zindî bike da ku planên xwe yên kirêt pêk bîne. Ji ber hevkariya bi vê planê re divê cîhan hesabê ji dewleta Tirk bipirse. Nexwe dê DAIŞ berê xwe bide her kesî û bibe sedema aloziyê. Ji bo tunekirina DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke domdar a qada navneteweyî heye. Hêzên me yên berxwedêr ev plan têk bir û destanên lehengiyê nivîsandin. Bi ser ketin lê ji bo parastina sivîlan û binesaziya herêmê bi baldarî tevdigerin.    Wek Rêveberiya Xweser em hemû şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin û ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwazin.”