‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’ 2022-01-25 11:30:44 AMED - Endamên Komeleya Ekolojiyê bertek nîşan dan ku navê Bahçelî li daristaneke Amedê bê kirin û wiha gotin: “Li bajarekî Kurdan daristanek tê çêkirin û navê Devlet Bahçelî lê tê kirin. Ev yek li dijî Kurdan bêrêzî ye.”  Hewldanek heye ku li Çiyayê Kirklarê daristanek bê çêkirin û navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li vê daristanê were kirin. Gelê Amedê jî li dijî vê hewldanê bi bertek e. Tê gotin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mûnîr Karaloglu ku waliyê Amedê ye û Midûriyeta Bajêr a Daristanan ji bo ‘Daristana Bîrhatiya Devlet Bahçelî’ biqasî 210 donum erd veqetandiye. Li gorî agahiyan ev plan dê di meha Çileyê de temam bibe û 10 hezar dar li vê daristanê bên çandin.    Bi ragihandina biryarê re ji partiyên siyasî heta rêxistinên civaka sivîl û xelkê Amedê gelek kesan bertek nîşan dan. Endamên Komeleya Ekolojiyê ku li bajêr xebatên xwe didomîne destnîşan kirin ku dê vê biryarê qebûl nekin û xwestin ku rayedar demildest ji vê biryara xwe vegerin.    ÇALAKIYÊN DIJEKOLOJÎST   Ji ekolojîstan Leyla Çîte got ku li seranserî Tirkiyeyê gelek qirkirinên ekolojîk û çalakiyên dijekolojiyê ketine meriyetê û wiha domand: “Yek ji van çalakiyan jî HES in. Ev çalakî bi destê kesayetên siyasî û li pêş çavên wan tên kirin. Heskîf di bin avê de hiştin, daristan şewitandin û piştre jî li şûna wan hotêl û kargeh çêkirin. Ev qeyrana avhewa û hilberînê dê bike ku civak di sala 2022’yan de berê xwe bide xwezayê. Ev xebatên xelet, ji bo berjewendiyan û polîtîkayên qirêj û hesabên rantê tên kirin.”    ‘HAYA BAHÇELÎ JI EKOLOJIYÊ NÎNE’   Di berdewamê de Çîte pevçûnên li Sûrê bi bîr xist û da zanîn ku li wir dîrok û çandek hate tunekirin. Çîte daxuyand ku mirovên li wir dijiyan ji xwe kesên xizan bûn û wiha axivî: “Ev kes neçar man ku koçberî bajarên kapîtalîst bibin. Li hêla din em dibînin ku li Bexçeyên Hewselê yekperestiya hilberînê derdikeve holê. Li herêmeke ku cotkarî, hilberîn, dîrok û çand tê tunekirin navê kesekî nîjadperest li daristanê tê kirin ku haya vî kesî ji ekolojiyê nîne. Li gorî min ev yek li dijî Kurdan heqareteke. Ji ber ku nêzikatiya vî kesî ya li dijî Kurdan û pirsgirêka Kurd diyar e. Îcar li bajarekî Kurdan navê vî kesî li daristanekê tê kirin. Bi vê hewldanê raste rast li dijî Kurdan bêrêzî tê kirin. Lê ne tenê li dijî Kurdan, bi vî navî re heqaretê li hemû mirovahiyê dikin.”    ‘NASNAMEYA DARISTANAN NABE’   Ekolojîst Çîlem Aydin jî dibêje ku her sal di demsala havînê de dewlet li Amed û derdora wê daristanan dişewitîne û wiha pê de çû: “Li hêla din jî li Çiyayê Kirklarê bi navê Bahçelî daristanê çê dike. A yekemîn, nasnameya daristanan nîne û divê nebe. Bêguman em li gel zêdekirina daristanan in û çandina daran in. Ji ber ku daristan pêşeroja me tevan e. Lê nabe ku ev daristan bi hewldanên polîtîk bên çêkirin. Lê kirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî hemû mirovahiyê heqareteke mezin e. Ev kes ji serê sibê heta êvarê heqaretê li mirovan dike, li dijî mafên jinan derdikeve û tu nirxekî nade mirovan. Lewma ji bo hemû mirovahiyê eybeke mezin e. Ji bo ku ev nav li wê daristanê neyê kirin çi ji destê me bê em ê bikin. Ev der bajarê me ye û tenê em dikarin biryaran li ser bidin.”   MA / Eylem Akdag