‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’ 2022-01-25 10:48:16 STENBOL - Civaknas Halît Karahan diyar kir ku êrişên li dijî penabaran pêk tên organîzekirî pêk tên û bal kişand ser plana dîroka van êrişan.  Penaberên ji Sûriyê, Iraq, Efxanistanê û gelek welatên din ku ji şer direvin tên Tirkiyê, bi êrişên nijadperest, gotin û nêzîkatiyên nefretê û cihêkariyê re rûbirû dimînin. Heta îro herî zêde penaberên ji Sûriyê li bajarên Tirkiyê bi êrişên nijadperest re rûbirû mane. Her dawî li Stenbolê di 11’ê çile de li navçeya Bayrampaşayê penaberê ji Sûriyê Nafîn Elnafîf bi êrişa grûbek nijdaperest re rûbirû mabû û hatibû qetilkirin. Di 9’ê çile de jî li navçeya Esenyûrdê ya Stenbolê li dijî penabaran êrişek nijadperest pêk hatibû.    Civaknas Halît Karahan ê li Komeleya Şopandiya Koçberiyê (GOÇÎZDER) wezîfedarê lêkolîna qadê ye êrişên li ser penaberan ji ajansa me re nirxand.    ‘POLÎTÎKAYÊN CIHÊKARIYÊ DI DEWRÊ DE NE’    Karahan da zanîn ku tu carî li hember penaber û grûbên din ên etnîk ewqas êriş nebûne û êrişên nijadpereset ên li dijî penabaran li tevahiya dinyayê zêde bûne. Karahan anî ziman ku krîzên heyî yên civakî û aborî bandorek mezin a neyînî li ser civakê dikin û îqtidar ango serdest jî berpirsiyarê hemû pirsgirêkan penaberan didin nîşandan. Karahan got li Tirkiyê jî li Ewropayê jî heman rewş diqewime û got: “Niha îqtidarên nijadperest ku civakê birêve dibin, siyaseta xwe li ser penaberan dikin. Li Tirkiyê sedemên êrişên li dijî penabaran pêk tên nijadperestiya serdestan e û plîtîkaya wan a cihêkariyê ye.”    ‘ÊRIŞ NE NÛ NE JI BERÊ VE TÊN KIRIN’   Karahan diyar kir ku êrişên nijadperest jiber xwe ve dernakevin û got: “Êrişên nijadperest li Tirkiyê dîrokaka wna heye. Bi sedan salan e li Tirkiyê êrişên nijadpreset û şoven didomin. Li dijî ermenan, ruman, elewiyan û kurdan êriş pêk hatin. Nêzî 4 hezar gundên Kurdistanê hatin şewitandin. Dema meriv li Tirkiyê behsa êrişên nijadperest bike divê meriv li van êrişên seranserî dîrokê hatine kirin binêre.”    DIVÊ PÊŞIYA ÊRIŞAN WERE GIRTIN    Karahan destnîşan kir ku gelek penaber ji ber bi zimanê xwe diaxivin û hebûna xwe diparêzin bi êrişan re rûbirû dimînin û divê pêşî liv an êrişên nijadperest were girtin.    PEYMANA CENEVREYÊ    Karahan bal kişand ser xalên peymanên navnetewî ku penaberan diparêzin û Peymana Cenevreyê di warê hiqûqî de ku penaberan diparêze û Tirkiye her çiqas yek ji welatên ku peymanan îmze kiribe ye jî lê xwedî li wan îmzeyên xwe dernekeve.    PENABER DITIRSIN    Karahan anî ziman ku dema penaber bi êrişên neheqî û nijadperest re rûbirû dimînin ditirsin ku serî li mekanîzmayên hiqûqî bidin û ji ber di warê hiqûqî û darazî de tiştek nayê kirin êriş û neheqiyên li ser penaberan kêm nabin. Karahan da zanîn ku êrişên li ser penaberan bi polîtîkaya bêceza hiştinê re rûbirû dimîne û lewma êriş li ser hev pêk tên.    ‘ERÎŞ ORGANÎZEKIRÎ NE’    Karahan destnîşan kir ku ew ji bo lêkolîna qadê çûne cihê êrişa nijadperset li Esenyûrdê di 9’ê çile de pêk hatiye û got: “Vî cihê ku em çûnê gelek penaber lê hene. Nêzî 60 kargehên penaberan li vir hene. Hemû jî bi zimanê xwe erebî diaxivin. Li gorî wan ji me re got, hin çete hene û dem bi dem êrişî wan dikin û cihên wan talan dikin. Ev êriş ne münferit in. Mirov dikare bêje ev êriş bi organîzekirî pêk tên. Gelek ji van penaberan nikarin serbest li parkan û deveran bigerin. Êrişkar bi çavên dijminatiyê li penaberên Sûriyê dinêrin. Li ser dîwarên dikanên penaberan nivîsên, ‘Ev der Tirkiye ye, ne Sûriye ye’ dinivîsinin. Tevî vê yekê kesî tiştekî nekiriye. Heke gilî were kirin jî lê êrişkar nayên cezakirin.”