Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin 2022-01-25 10:07:45   STENBOL - Li Stenbolê ji ber barîna berfê ya zêde derketina trafîkê ya bi wesayîtên taybat heya saet 13.00’an hat qedexekirin.    Barîna berfê ya ku duh nîvro li Stenbolê dest pê kiribû îro jî berdewam dike. Duh gelek navçeyên Stenbolê ji ber barîna berfa zêde rê li çûnehata trafîkê hatibû girtin.    Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku ji ber girtina riyan dê wesayîtên taybet heya saet 13.00’an nikaribin derbikevin trafîkê. Walitiya Stanbolê di daxuyaniya xwe diyar kir ku 5 hezar welatiyên ku di riyan de mane hatine tehliyekirin, 3 hezar 180 welatî jî li otêl û mêvanxaneyan hatine bicîkirin.   Li aliyê din biryara qedexekirina hatina wesayîtan ji aliyê Anatoliyê û Trakyayê ya ji bo Stenbolê wê îro jî bidome.