Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin 2022-01-25 09:50:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn tê kirin û gotibû: “Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”  Sibê 26’ê çile salvegera 7’emîn a rizgarkirina Kobanê ye. Şervanên kurd û dostên xwe piştî berxwedanek dûr û dirêj û bi sedan bedelên hatin dayîn, bajarê ku bû sembola cîhanê rizgar kirin. Ji îlona 2014’an heta çileya 2015’an şerê man û nemanê li Kobanê hat kirin û berxwedanek ku mohra xwe li dîrok û rojeva cîhanê da hat nivîsandin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wê demê bi şandeya Îmraliyê re hevdîtin pêk dianî û bi riya şandeyê ji bo berxwedana destaneyî ya Kobanê peyam şandibû. Ocalan şer û berxwedana li dijî DAIŞ’ê wek “şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn” pênase kiribû.    XETA SOR A KURDAN E    Ocalan beriya êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di hevdîtina 9’ê mijdara 2013’an de li gel Şandeya Îmraliyê destnîşan kiribû ku Rojavayê Kurdistanê xeta sor a kurdan e. Ocalan di hevdîtina 21’ê mijdara 2014’an de ku hêj êrişên li ser Kobanê didomiyan çalakiyên Kobanê bibîr xistibû û wiha gotibû: “Di van bûyerên diqewimin de divê teref dersê jê derxin. Di vê bingehê de divê girîngiya çareseriya demorkatîk a jiyanî were fêmkirin û hewldanên li ser bingeha muzakereyan bênavber girîngiyê dide nîşandan. Wezîfeya dikeve ser milê terefan divê hiqûqa wan a bi hev re li ser bingehek saxlem û ewlehî were rûniştandin. Dema ev neyê kirin, wê encama wê bi darbeyek mezin re rûbirû bimîne. Halbûkî ji bo gel û baweriyên li ser vê axî dijîn vebijêrkek girîng e û divê demokrasiyek xwedî bingeh were avakirin.”    ‘KOBANÊ ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E’    Ocalan di heman hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî DAIŞ’ê û wiha axivîbû: “Kobanê di sedsala 21’emîn de mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e û dikare hemû nakokî, şeran çareser bike. Li wir berxwedanek destanî û lehengî tê nivîsandin. Hemû gelên me ku xwedî li wê berxwedanê derdikeve bi hişmendî û rûmet tevgeriyan e. Ez di şexsê hevrêyê me Necat Suphû Agirnasli de hemû şehîdên me û malbatên şehîdên me ku ruh dane vê îradeyê silav dikim.”    BERXWEDANA ÛMETA MIROVAHIYÊ   Ocalan destnîşan kiribû ku ji bo siberoja demokratîk a Rojhilata Navîn aştiya herêmê girîng e û gotibû: “Ez carek din berxwedana rûmeta mirovahiyê Kobanê û hemû gelên li welatên cîhanê ku piştgiriya xwe nîşan dane bi taybetî silav dikim.”    Ocalan hişyariya ku heke di şerê Kobanê de israr were kirin wê darbe li pişt wê were kirin dabû û gotibû: “Li Kobanê darbeyek tê haveynkirin. Nêzîkatiya erebbûnê di Erdogan de heye û ev gelek talûke ye. Bi ser Katar, Erebistana Suîdî dixwazin Efrînê û Kobanê girê bidin ereban, Cizîrê jî girê bidin Başûr. Li ser Mûsil û cihên wek wê ketine nava hesabên gelek talûke.”   HIŞYARIYA MEKANÎKA DARBEYÊ    Ocalan piştî rizgarkirina Kobanê di hevdîtina 4’ê sibata 2015’an de jî wiha gotibû: “Hevdîtinên me li vir nebûna wê DAIŞ’ê her terefî bişewitanda û talan bikira. Min gotibû bi ser Kobanê re dikarin mekanîka darbeyê bixin dewrê. Ev bûyer bûyerên ku mekanîka darbeyê bi leztir dikin e. Binêrin hêzên koalîsyonê di noqteya herî krîtîk de ket dewrê. Operasyonek ku pir hindik li cîhanê hatiye dîtin pêk hat. Bi dehan balafiran bombebarana hewayî pêk hat. Bi wê operasyona xwedîgiravî ya rizgarkirinê ya wê koalîsyonê re di êrişa DAIŞ’ê ya 29’an de pêk hat divê hûn lêkolîn bikin ku heman hêzan pêk aniye.”    ‘MESELEYA SÛRIYÊ WÊ AKP’Ê TÊK BIBE’    Ocalan di hevdîtina 27’ê sibata 2015’an de ku pêk anî diyar kiribû ku AKP’ê ji bo Kobanê çekan biriye û wiha gotibû: “Heke Kobanê li ber xwe nedaba, wê di du rojan de dagir bikirina. Ji wan re bêjin hûn Ocalan jî û xwe jî dixapînin. Min roja ewilî got. Meseleya Sûriyê wê çarenûsa hikûmeta AKP’ê diyar bike.”    Ocalan di heman hevdîtinê de serkeftina azadkirina Kobanê pîroz kir û gotibû: “Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”    MA / Ozgur Paksoy