Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest 2022-01-24 15:37:32   MERSÎN - Di danişîna Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de dozger bi angaşta "heqareta li serokkomar" ji Demîrtaş re ceza xwest.   Bi hinceta axaftinên wî yên li Amed, Enqere, Mêrdîn û Mersînê yên di navbera salên 2014-2016'an de bi angaşta "heqareta li serokkomar" doz li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin. Sêyemîn danişîna doza Demîrtaş li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mersînê hat dîtin. Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Hin parêzer li cem Demîrtaş hin parêzer jî ji Amedê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Li eywana danişînê jî gelek parêzer amade bûn.    JI DEMÎRTAŞ RE CEZA HAT XWESTIN   Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya derbarê Demîrtaş de pêşkêşî dadgehê kir û bi angaşta "heqareta li serokkomar" ji Demîrtaş re ceza xwest. Parêzeran li dijî mutalaayê daxwaza demê kirin û rapora pisporan xwestin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Dadgerê dozê daxwaza rapora pisporan red kir û ji bo parêzer li dijî mutalaayê parastin bikin danişînê taloqî 18'ê sibatê kir.