Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin 2022-01-24 15:32:27 MERSÎN- Pirtûka ‘Nivîsên Firarî’ ku ji nivîsên çend girtiyan pêk tê, bi hinceta ‘qedexe ye’ nedan yek ji nivîskarên pirtûkê Erol Zavar.    Pirtûka bi navê ‘Firari Yazılar’ (Nivîsên Firarî) ku ji nivîsên 38 nivîskarên li girtîgehên cuda pêk tê, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a  Tîpa F a Boluyê nedan yek ji nivîskarên pirtûkê Erol Zavar. Rêveberiyên girtîgehan bi hincetên ‘derqanûnî ye’ û ‘Bifikare’ nehiştin ku pirtûk radestî girtiyan bên kirin.    Berdevkê Koloktîfa Hatiye Dîtin û yek ji amadekarên pirtûkê Adîl Okay têkildarî mijarê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mersînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, gelek kesên din jî amade bûn. Okay diyar kir ku herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê pirtûk nedayîne Erol Zavar û wiha domand: “Ev pirtûka ku di serî de li girtîgehan neqedexe û li pirtûkfiroşan dihat firotin, niha ji hêla  Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgeha Boluyê ku ne xwendin û ne jî nivîsandina wan heye, hatiye astengkirin. Ew kesên di vê Lijneya Perwerdeyê de cih digirin, bi hinceta ‘bo ewlehiya saziyê talûke ye’ ev biryar da ne.”     Okay bi bîr xist ku nivîsên di pirtûkê de ji girtîgehan gihiştine ber destê wan û wiha pê de çû: “Ji xwe nivîsên di pirtûkê de ji girtîgehan hatine û ‘mohra hatiye dîtin’ li ser hene. Li hêla din ev pirtûk bêyî ku pirsgirêkek derkeve ji gelek girtîgehan re hatiye şandin û radestî xwediyên wan hatiye kirin. Li dijî biryara qedexeyê, Erol Zavar daxwaznameya îtirazê daye Dadgeriya Înfazê. Lê belê dadgeriyê jî ev pirtûk derqanûnî pênase kiriye û serlêdana Erol Zavar red kiriye. Îxtîmaleke mezin e ku wan jî pirtûk nexwendiye. Heke bixwendina belkî asoya wan hinek berfireh bûbûya û mohra qedexeyê lê nexistibûna. Ev sepaneke derhiqûqî ye. Rojek ji rojan dê ev kesên bi keyfî qedexeyan derdixînin, hem di wijdana raya giştî û hem jî dê di dadgehan de bên darizandin.”    Beriya niha jî pirtûk bi hinceta ‘Bifikare’ nedabûn yek ji nivîskarên pirtûkê Omer Ozdurak ku li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Boluyê dimîne.