Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê 2022-01-24 14:58:19 ÎZMÎR - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li ser navê partiya xwe daxwaza mudaxiliya doza Denîz Poyraz kir û diyar kir ku dozger daxwazan teng hiştiye û got: “Em ê heqîqetên madî derxin holê.”  Danişîna duyemîn a doza Denîz Poyraz ku Onur Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê berdewam dike.    Gelek kes beşdarî danişînê bûne, sazî û dezge daxwaza ku beşdarî ango mudaxilî dozê bibin dikin.    SANCAR: EM DIXWAZIN MUDAXILÎ DOZÊ BIBIN    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derbarê daxwaza mudaxiliya dozê de axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin wek partî beşdarî dozê bibin û got: “Çimkî bi taybetî ev êş êşa me ye. Hêrs hêrsa me ye. Ev doz doza me ye. Partiya me rasterast ji êrişa vî hovî ku di encamê de Denîza me qetil kir zirarê dîtiye. Daxwaza beşdariya me ya dozê gelek xwezayî ye.    Kujer bi xwe dibêje armanca wî avahiya partiya me bûye. Ew bi xwe wisa dibêje. Lê belê daxwaza me ya beşdariya dozê ku ji aliyê dozgerê lêpirsînê ve hatiye sînordarkirin, nayê qebûlkirin û em viya qebûl nakin. Ronîkirina heqîqeta bûyerê tenê têr nake. Heta ku heqîqeta madî neyê ronîkirin hûnê nikaribin edaletê pêk bînin. Her wiha wê ev êşa civakî jî neyê pêçandin. Ev êriş li dijî aştiyê pêk hatiye. Ji bo ku heqîqeta madî derkeve holê berpirsiyarek cidî dikeve ser milê dozger û dadgeran. Ji bo ku heqîqeta madî derkeve holê daxwaza me ya mudaxiliya dozê heye. Em dixwazin heqîqeta çi be derkeve holê. Em dixwazin daxwaza me beşdariya dozê were qebûlkirin.”    Danişîn bi daxwazên saziyan ku dixwazin mudaxilî dozê bibin didome.