Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn 2022-01-24 12:56:28 MÊRSÎN - Bi hêceta ku Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş heqaret li Serokwezîrê demê Ahmet Davuoglû kiriye, 11 meh û 20 roj ceza lê hat birîn.  Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin, bi îdiaya di axaftina mitînga 27’ê sibata 2016’an de li Mêrsînê li dar xistibû heqaret li Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu kiriye doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsînê hat lidarxistin. Demîrtaş ji girtîgehê bi riya SEGBÎS’ê û parêzerên wî jî ji Dadgeha Amedê beşdarî danişînê bûn.    DEMÎRTAŞ: AXAFTINA MIN REXNE BÛ    Demîrtaş di danişînê de diyar kir ku axaftina wî kiriye rexne bûye û got: “Tevî ku lîderê partiya muxalefetê ye jî heta îro dest ji vê dozê berneda. Ev çawa siyaset e?” Demîrtaş bertek nîşanî dozê da.    Parêzeran jî xwest doz were betalkirin.    Dozger daxwaza parêzeran red kir û xwest ji sûcê “heqaretê” ceza li Demîrtaş were birîn.    Dadger bi îdiaya ku Demîrtaş heqaret li Davutoglu kiriye 11 meh û 20 roj cezayê hepsê li Demîrtaş birî. Her wiha dadger cezayê birî jî taloq nekir.