Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye 2022-01-24 12:45:32 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, diyar kir ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî li dijî daxwazên wan ên edaletê hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye. Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê hezîranê 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê li dijî vê zilma ku li wan hat kirin bi daxwaza edaletê dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta edaletê ya malbatê di roja 322'yemîn de berdewam dike. Ji ber serma û şertên hewayê Emîne Şenyaşar nobeta xwe ya li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî hat ber edliyeyê dest bi nobetê kir.   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî hesabê twîterê yê Walîtiya Rihayê û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan etîket kir û parvekirin kir: "Çavên Themîs ku mîzana edaletê di destê wî de ye girtî ne. Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî li dijî daxwazên wan ên edaletê hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye. Nobeta edaletê di bin baranê de di roja 322'yemîn de berdewam dike."