Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin 2022-01-24 12:31:08 ŞIRNEX - Danişîna doza 16 kesên ku xizmê wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn hat lidarxistin. Dozger ji 16 kesan re ceza xwest. Dadger jî danîşanê taloqî 7'ê adarê kir.  Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 xizmên kesên qurbaniyên Roboskiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Parêzer û malbat beşdarî danişînê nebûn. Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û ji 16 kesan re ceza xwest.    Şandeya dadgehê danişînê taloqî 7'ê adarê kir.