Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan 2022-01-24 10:47:54   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ji bo doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin parastina xwe pêşkêş kir û diyar kir ku mîna ku wê ji dosyeya li Dadgeha Meletiyê ceza girtiye hatiye nîşandan û doza qedexeya siyasî lê hatiye vekirin.    Doza girtinê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin. Dozger mutalaya doza girtinê pêşkêşî HDP’ê kiribû. Ji ber vê doza girtinê ji gelek siyasetmedarên kurd re “qedexeya siyasî” jî tê xwestin. Yek ji van siyasetmedarên ku qedexeya siyasî jê re tê xwestin jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel e ku niha li Girtîgeha Kandirayê girtî ye. Tuncel di 20’ê çile de bi awayek nivîskî parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir.    Cemîle Turhalli Balsak a parêzera Tuncel parastina wê pêşkêş kir û di parastinê de wezîfeyên siyasî û cihgirtina wê ya di partiyên siyasî û saziyan de ku Tuncel têde cih girtiye hat bibîrxistin. Di parastinê de hat gotin Tuncel ji sala 2016’an ve girtiye û ew jî wek siyasetmedarên din bi tacîza darazê re rûbirû maye û tenê ji ber daxuyanî, faaliyet û çalakiyên demokratîk bi dehan lêpirsînê derbarê wê de hatine destpêkirin û gelek ji van lêpirsînan veguherîne dozê.    HDP HEDEF HATIYE NÎŞANDAN    Di parastinê de hat diyarkirin ku wezîfedarên payebilind ên dewletê Tuncel û HDP’ê ku Tuncel endama wê ye hedef hatiye nîşandan û li dijî HDP’ê daxuyanî hatine dayîn û ji ber vê yekê daraza di bin ferman de dixebite dest bi girtina HDP’ê kiriye.    TÊKOŞÎNA WÊ YA JI BO JINAN JÎ TÊ DARIZANDIN    Di parastinê de hat gotin çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Jinan ku Tuncel beşdar bûye wek sûc hatine nîşandan û ev têkoşîna jinan tê darizandin. Di parastinê de hat eşkerekirin ku hêj Tuncel dema ne endama HDP’ê bûye jî wek endama HDP’ê hatiye nîşandan û ji bo qedexeya siyasî lê were sepandin jî ev yek wek delîl hatiye nîşandan.    HATIYE ÎDIAKIRIN KU TUNCEL CEZA GIRTIYE    Di parastinê de hat destnîşan kirin ku hêj Tuncel ji doznameyê ceza negirtiye û dosyeya wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ye bi Doza Kobanê re kirine yek, wek delîltiyê hatiye nîşandan û hatiye îdiakirin ku ceza lê hatiye birîn. Di parastinê de wiha hat gotin: “Hêj li miwekîla min tu cezayek nehatiye birîn û biryarek wiha nîne. Hêj tu biryarek teqez tune ye, lê kes wek sûcdar in hatine nîşandan. Em dixwazin ku otorîteriye cemaweriyê lêkolînên pêwîstbike û nîşandana sûcdariyê ya miwekîlê binpêkirina karîneyê masûmiyetê ye. Hêj derbasî asta peyketinê (kovuşturma) nebûye. Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de vê lêpirsînê ji Tuncel re hêceta qedexeya siyasetê nîşan dide.”    ‘BILA DAXWAZA QEDEXEYÊ WERE REDKIRIN’    Di beşa encam û daxwazê ya parastinê de hatiye xwestin ku pêvekên doznameya ku nehatiye teblîxkirin jî werin teblîxkirin û hat xwestin bi vekişandina Îrfan Fîdan re li dijî daxwazan bila wek reda dadgerî were qebûlkirin û daxwaza qedexeya siyasetê were redkirin.    MA / Zemo Aggoz