Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e 2022-01-24 10:14:41 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Îkram Atabay, diyar kir ku ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî ya li dibistanan li dijî mafê mirovan e.  Destpêkirina hilbijartina dersên bijarte yên di Serdema Perwerdeyê ya 2022-2023'an de li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di 3'ê çileyê de dest pê kir. Di çarçoveya "Zarava û Zimanên Dijîn" de dersên bijarte yên kurmanî û kirmanckî jî cih digirin. Saziyên ziman û sendîkayên perwerdeyê ji bo hilbijartina dersên bijarte yên kurdî bang dikin û şertê ku ji bo dayîna dersan divê herî kêm 10 xwendekar serî lê bidin rexne dikin. Wê hilbijartina dersan di 7'ê sibatê de bi dawî bibe.    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) Îkram Atabay û Mûrat Kayataş ku li navçeya Mamakê ya Enqerê dersên kurdî dide ji bo kurdî bang kirin.    PÊŞÎ LI PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ TÊ GIRTIN   Sekreterê Giştî yê (Egîtîm Senê Îkram Atabay, diyar kir ku bijartebûna zimakê zikmakî nayê qebûlkirin û ev tişt got: "Em sendîkayeke ku zimanê zikmakî diparêzin. Bi taybetî desthilata siyasî, ji bo pêşî li daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî bigire derbasî pêkanîna dersên bijarte bû. Ji zarokan re dibêje, 'tu dikarî mafê xwe yê bingehîn ê zimanê zikmakî weke bijarte bigirî'. Em vê qebûl nakin û bi salan têkoşîna vê didin. Desthilat li gorî bîrdoziya xwe ya siyasî dersan li xwendekaran belav dike. Kurdî weke dersa bijarte diyar kirine, lê dema ku xwendekar vê hildijibirin jî bi hinceta ku di asteke têrker de xwendekar û mamoste tune ne radikin. Zimanê ku li malê tu pê xeber didin wê li dibistanê weke bijarte bidine te. Ev li dijî mafê mirovan e."   'DIVÊ MALBATA RÊ NEDIN FERZKIRINA DERSÊN BIJARTE'   Di berdewamê de Atabay, da zanîn ku li hin bajaran dersên bijarte yên kurdî nikarine nav lîsteyan û got ku ew rewş nikare bêyî siyaseta Tirkiyeyê bê nirxandin û wiha pêde çû: "Sedema rakirina dersa bijarte ne kêmbûna mamosteyan û nehilbijartina dersê ye. Di vê mijarê de terîqet û komeleyên ku xwendekaran areste dikin hene. Her zarok mafê wî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdê bigire. Em di çarçoveya mafê mirovan de dinirxînin. Banga me ev e; ji bo ku dersên bijarte yên xwendekaran bi vîna xwe hilbijartine bikevin meriyetê divê dêûbav têkoşînek bidin. Ev tenê ne pirsgirêka sendîkayên perwerdeyê ye. Ev hemû civakê eleqedar dike. Divê malbat destûr nedin ferzkirina dersa bijarte. Heke wiha nebe wê zarokên me bi awayekî kêfî neçar bimînin ku bikevin dersê ji wan re hatine hilbijartin."   ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFEKÎ QANÛNÎ YE   Mûrat Kayataş ku dersên kurdî dide jî destnîşan kir ku zêdekirina dersên kurdî ya li dersên bijarte weke "dilxweşkirinê" nirxand û wiha got: "Her çiqas armanca siyasetmedaran siyasî be jî divê gelê li vê xwedî derkeve, biçe dibistanan dersên kurdî hilbijêre. Divê çand û zimanê xwe hilbijêr e. Dema mirov li pêvajoya dawîn dinêre, dibîne ku desthilata li ser netewperestiyê polîtîka diafirîne. Lewre ji ber ku siyaseta tifaqa AKP-MHP'ê li ser tunekirinê kirineye bivê nevê li herêman xwe cuda dide der. Dema ku mirov li Wezareta Perwerdeyê dinêre dibîne ku weke pêkanîneke siyasî weşandiye. Li hemû saziyên girêdayî wezaretê  xebatkar pêkanînên kêfî nîşan didin. Em jî dibêjin; heke em bi biryardarî û bawerî biçin em ê dîsa bi ser kevin. Lewre ev maf di hiqûqa navneteweyî de hatiye qebûlkirin."   Di dawiya axaftina xwe de Kayataş, hêvî kir ku di demên pêş de zimanê kurdî weke zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û bang li malbatan kir ku li Tirkiye û Kurdistanê biçin dibistanan û dersên bijarte yên kurdî hilbijêrin.