Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe 2022-01-24 09:13:39 RIHA - Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku divê statuya zimanê kurdî hebe û ev tişt got: "Divê statûya zimanê kurdî û kurdan hebe. Statûya zimanê kurdî û kurdan bi hev re giredayiye. Dema yek nebe ya din hebe bêwate dimîne. Divê zimanê kurdî bibe zimene fermî. Daxazame serekeye ev." Li dibistanê navîn ên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) û taybet, dema hilbijartina dersên bijarte berdewam dike. Ji bo xwendekar dersên zaravayên kurmancî û kirmanckî hilbijêrin gelek sazî û rêxistinê sîyasî li ser medya sanal kampanya dane destpêkirin û bangan dikin. Her wiha gelek sazî û dezgeh jî bertek nîşanî bijartebûna kurdî didin û daxwaz dikin ku bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. Zimanzan Samî Tan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hilbijartina dersên kurdî ne bese, divê di hemû qadên perwerde dê kurdî hebe.   'DIVÊ ZIMAN BIBE ZIMANÊ PERWERDÊ'    Samî Tan, da zanîn ku zarok zimanê zikmakî bi xwezayî ji malbata xwe hîn dibe û wiha got: "Li gel vê yekê divê ziman bi pêvajoya perwerdê bikeve û di nava pergala perwerdê cihe xwe bigire. Ji bo zimanên geş bibe divê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê nivîskî. Divê zarokek ji pêş dibistanê haya zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerde bibîne. Lê mixabin hê jî li vê axê zarokên kurd ji wî mafî bêpar in. Niha di dibistana navîn de ev maf tê dayin lê ev bi tena serê xwe problem e. Divê zarok li dibistana sereke hîn bibin û tiştê ji malbata xwe hîn bûne bi awayekî xwezayî berdewam bikin. Dema tenê dibistana navîn were dayin zarok ji zimanê xwe qût dibe. Piştî dibistana navîn di lîse de jî êv maf nîne. Em vê rewşê wekî rewşeke dem dêmî dibînin. Em vê yekê wekî derfetekî piçûk dibînin."   'DESTPÊKA TÊKOŞÎNÊ'    Derbarê polîtîkayên pişaftinê de jî Tan, destnîşan kir ku zimanê kurdî bi salan e bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû ye û evt işt got: "Bi salan e li ser zimanê kurdî qedexe hene. Mirova ji bo vê yekê zilm û zordarî dîtin. Dema ku bi dersekî bibêjî kurdî bikeve dibistanan ev hinekî normalîze dibe. Êrîşa fîzîkî li ser zimanê kurdî hinekî dişikê. Kurd bi avayekî xurt lê xwedî derkevin dikarin vê ji bo perwerdeya kurdî bikin bingeh. Bikin destpêka têkoşînekê. Divê em bi vî çavî lê mêze bikin. 'Ev ders ne her tişt e'. Ev ders di rastiya xwe de ne tiştek e lê derfeteke, divê em li vê derfetê xwedî derkevin û bikin bingeha perwerdeya zimanê kurdî."   'KURDAn GELEK BEDEL DAN'    Tan, bi lêv kir ku zihniyeta yekperest a li dijî kurdî tu carî naguhere û wiha pê de çû: "Ev zinihet xwe hilbijartina dersên kurdî de careke din nîşan da. Ev gav divê bikevin xizmeta çareseriya kêşeya kurdî. Divê bibe wesîleya ku kurd mafên xwe demokratîk bi dest bixin. Lê dema em bi wî çavî mêze nekin wê ev gav xizmeteke baş neke. Armanca xwe jî bi dest naxe. Divê ew zihnîyeta yekperest ji holê rabe. Gelek dibistanan rêveber bi xwe dersa tercîh dikin. Li hîn ciha dersên zimanê kurdî derxistina. Li hemberî wê jî têkoşîn hewce ye. Malbat divê vî mafî nedin tu kesî. Malbat divê piştî ders hilbijartin jî ji bo ders vebe xebatan bikin. Li gelek cihan dibêjin mamosta tune ye. Divê em vê qadê wekî qada têkoşînê bibînin. Divê em nebêjin 'dewlet qenciyê bi me dike' tiştek wisa nîne. Ev gav ji encama têkoşîna kurdan e. Kurdan di wî warî de bedel dane. Ji bo ew maf bi rasteqîn were cih hişmendî û têkoşîn hewce ye."   'ZIMAN DERGÛŞA ÇANDÊ YE'   Di berdwamê de Tan, got ku zimanê mirov nîşaneya habûna mirov e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em dibêjin çand ziman tê bîra mirov. Ziman wekî dergûşa çandê tê qebûlkirin. Çand di ser ziman de xwe nîşan dide. Divê ji ber vê yekê em zimanê xwe biparêzin. Em hebûna xwe diparêzin. Cîhana me ne cîhaneke yek zimanî ye. Cîhaneke pir zimanî ye. Êdî dema yek zimanî derbas bû. Divê hemû mirovên dixwazin zimanê xwe hîn bibin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Kurd bi xebat û têkoşîna xwe bal dikişînin ser vê yekê. Divê gelên din jî bi zimanê xwe hîn bibin û bi zarokên xwe bidin hînkirin. Ev mafê  hemû gelan e. Divê statûya zimanê kurdî û kurdan hebe. Statûya zimanê kurdî û kurdan bi hevre gredaya. Dema yek nebe ya din hebe bêwate dimîne. Divê zimanê kurdî bibe zimene fermî. Daxazame serekeye ev."   'QEDERA KURDÎ WÊ KURD DİYAR BIKIN'    Tan, da zanîn ku wê helwesta kurdan qedera kurdî diyar bike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Heke kurd biryar bidin bi vî zimanê bijîn, wê nehêlin vî zimanî were kuştinê û tu hêz wî bikuje. Ev rastî ye. Ji bo vê jî divê kurd mejiyê xwe, dilê xwe ji polîtîkayên bişaftine pakiş bikin. Bi taybetî jî cihê ku derfet heye divê bi kurdî bijîn û zarokê xwe bidin jiyandin. Îro ev derfet hene; çapemenî û sazîye sîvîl hene. Ji derveyî dewletê pir derfet hene. Divê em van derfetan bi kar bînin. Divê em xwedî polîtîkayeke zimanî bin. Divê hemû kesên ku zarokê wan diçim dibistana navîn dersên zimanê kurdî hilbijêrin û bibin şopdarê dersê. Salê 3 mamosteyên zimanê kurdî tên tayînkirin. Ev şermeke mezin e. Divê hejmara hilbijartina dersên kurdî bigihîje sed hezaran û bi sedan mamoste werin tayînkirin."   MA / Emrûllah Acar