20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin 2022-01-23 21:57:11   AMED - Derbarê rewşa Aysel Tûglûk de 20 baroyan daxuyanyeke hevpar da û daxwaz kirin ku înfaza wê bê taloqkirin.        Baroya Amed, Edene, Riha, Antalya û Îzmîr jî di nav de 20 baroyan derbarê rewşa girtiya nexweş parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tûglûk de daxuyaniyeke hevpar dan. Baroyan, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rewşa Tûglûk ne baş dibe û ji bo parastina mafê jiyanê daxwaz kirin ku înfaza Tûglûk bê taloqkirin û ji bo tedawiyê bê berdan.    BAROYÊN ÎMZE DAN   Baroyên kû daxuyaniya hevpar îmze kirine navê wan wiha ne: Edene, Semsûr, Agirî, Antalya, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Bûrsa, Amed, Colemêrg, Hatay, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Dersim û Wan