Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin 2022-01-23 13:14:33   HATAY - Li navçeya Samandagê polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û zarok jî di nav de 30 kesî bi lêdanê binçav kirin.    Li navçeya Samandagê ya Hatayê, xwînerên Partîzan û Ciwanên Demokratên Nû (YDG) ve li kafekê şahiya muzîkê hat lidarxistin. Polisan bi ser kafeyê de girtin û zarok jî di nav de 30 kesî bi lêdanê binçav kirin. Hat hînbûn ku polisan bi angaşta ku "propagandaya rêxistinê" kirine binçavkirinê kirine. Ji kesên hatin binçavkirin 26 jê piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan hatin berdan û 4 jê jî îfadeyên wan didomin.