Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in 2022-01-23 11:59:35   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê di roja 321'an de didomîne, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Rayedarên ku li dijî zilm û neheiyê peywira xwe nakin; bi qasî kujeran sûcdar in."   Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê 3 ferdên malbata Şenyaşar kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li dijî vê zilma ku li wan hat kirin li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê dest bi nobetê kirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 321'an de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya heftê ye malbata nobeta xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Rayedarên ku li dijî zilm û neheiyê peywira xwe nakin; bi qasî kujerên malbata vê dayikê ku li nexweşxaneyê kuştin sûcdar in. Di van awiran de gazin heye. Di van awiran de êşeke nikare bê terîfkirin heye. Di van awiran de esalet heye."