‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê' 2022-01-23 09:11:49   STENBOL  - Nûnerên partiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin û destnîşan kirin ku rêya vê jî bi helwesteke zelal kuçe ne.    Li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetş binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî zêde dibin. Gelek girtî înfazên wan tên şewitandin û girtiyên nexweş jî di hucreyan de bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Herî dawî li Girtîgeha Wanê Ramazan Tûran ê 70 salî ku di 31'ê Kanûna 2021'ê de hatibû girtin, duh na pêr di hucreya lê dihat ragirtin de jiyana xwe ji dest da.    Nûnerên Partiya Şoreşger a Yekbûyî, SYKP û Partîzanê diyar kirin ku meseleya girtîgehê meseleya civakê ye û divê partiyên siyasî rola xwe bilîzin.    ZEXT ZÊDE BÛN   Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku bi poşîtîkayên "faşîst" ên dewletê re zext zêde bûne. Çûbûk, bal kişand ser mirina Garîbe Gezerê û destnîşan kir ku ev delîla vê yekê ye ku li girtîgehan pêkanîneke dijî rûmeta mirovan heye. Her wiha Çûbûk, anî ziman ku li girtîgehan girtiyên nexweş ên mafê wan ê tedawiyê tê binpêkirin jî jiyana xwe ji dest didin.    ‘BERXWEDAN'   Çûbûk, bilêv kir ku sedema zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, ew e ku dewlet "karibe derve bi rê ve bibe" û got: "Înfazên girtiyan tên şewitandin. Nahêlin girtî bên berdan. Her wiha hin girtî bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' nayên berdan. Ev polîtîkayeke tepisandinê û qutifandinê ya li hemberî şoreşgeran e. Lê li dijî vê berxwedanek jî heye. Girtiyên şoreşger ên bêhêvî nabin û xwe teslîm nakin hene. Em wisa bawer dikin ku dê ev ruhê berxwedanê xwe li kuçeyan jî bide der."    TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ   Çûbûk, destnîşan kir ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan mehek e pêvajoyeke berxwedana civakî heye û got: "Bi taybetî jî rêxistinên ku malbatên girtiyan ava kirine qadeke mezin a têkoşînê vekirine. Di demên dawî de xebera mirina girtiyan ji girtîgehan tê. Ev jî tê wateya ku divê em hîn bêtir li ser meseleya girtîgehan bisekinin. Hêleke vê têkoşîna di warê hiqûqî de ye, lê din jî li kuçeyan têkoşîna li dijî binpêkirinên mafan e. Lê divê ev veguhere têkoşîneke yekbûyî. Em di bin banê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan û rêxistinên din de têkoşîna xwe didomînin."    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce jî destnîşan kir ku li girtîgehan her diçe şert û mercên jiyanê dijwartir dibin û ev yek di dema Covîd-19'ê de girnatri bûye. Yuce, bilêv kir ku lê ev yek ji bo girtiyên siyasî girantir bûye û ji bo vê bal kişand ser astengkirina hevdîtinan, ragirtina di hucreyan de, kêmkirina hejmara pirtûkan, nedayîna rojnameyan, binpêkirina mafê pêwendîdanînê û hwd. Yuce, destnîşan kir ku ev polîtîkayeke navendî ya dewletê ye û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê, li girtîgeha qîma xwe bi hiûqa 12'ê Îlonê jî nayne, hiqûqa dijminatiyê pêk tîne."    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Yuce, destnîşan kir ku armanca dewletê ya bi van zextû çewisandinan, pêşî lêgirtina liv û tevgerîna gel e û qutkirina pêwendiya girtiyan a bi derve re ye û ji bo vê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Yuce, anî ziman ku polîtîkaya Îmraliyê ya dewletê berdewama polîtîkaya şer a di meseleya kurdî ye û li Îmraliyê ya tê kirin binpêkirina hiqûqê ye. Yuce, bibîr xist ku 10 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin û got: "Tecrîdkirina Ocalan, israra di polîtîkaya înkarkirin û qirkirina gelê kurd de ye. Tecrîda li wir pêşiya neçareserkirina pirsgirêka kurdî vedike. Ocalan, kesayeteke polîtîk e ku bi milyonan kes dibêjin 'vîna min' û 'rêberê min' e."    'DEWLET ÇARESERIYÊ NAXWAZE'   Yuce, destnîşan kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re dewlet dide der ku çareseriyê naxwaze û got: "Ji lew re Ocalan rêvebirê siyaseta aştiyê ye. Kengî ji nava çar dîwaran bang dike, teqez peyamên têkildarî aştiyê dide. Tecrdîkirina wî israr di polîtîkaya şer û neçareserkirina meseleya kurdî de bi xwe ye."    Yuce, di dawiya axaftina xwe de li dijî binpêkirinên mafan, zext û çewisandinan û tecrîdê bal kişand ser rola partiyên siyasî û got: "Em SYKP'ê pratîka xwe ya di vî warî de heya ji dest tê didin der."    ‘GIRÊDAYÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ NE'   Nûnera Partîzanê Tûba Apaydin jî bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û destnîşan kir ku ev zextk û çewisandinên sîstematîk in. Apaydin, destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze girtiyan teslîm bigire. Apaydin, bilêv kir ku zextên tên kirin û tecrîda li ser Ocalan girêdayî hev in û got: "Tecrîda li ser Ocalan têkildarî krîza dewletê ye. Dewlet vê tecrîdê carinan ji bo berjwendiyên xwe sist dike û carinan jî dişidîne."    DIVÊ DENG BILIND BIBE   Apaydin, diyar kir ku li girtîgehan meseleya sereke rewşa girtiyên nexweş e û got: "Girtiyên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin jî bi biryarên ATK'ê, bi biryarên dozgerî û midûriyetên polîsan berdana wan tê astengkirin. Ev meseleyeke jiyanî ye. Rêxistinên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan divê zorê bidin dewletê. Li kuçeyan divê li dor daxwazên girtiyan bibin xelek û dengê xwebilind bikin. Em Partîzan jî li her derî vê meseleyê dikin rojevê û li gor derfetên xwe xwedî li hevrêyên xwe derdikevin. Divê hemû sazî bên cem hev ji bo vê meseleyê. Pêkanîna rêgeza 'yekîtiya çalakiyê' niha li ser milê şoreşger û demokratan e."