AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina 2022-01-23 09:08:47   MÊRDÎN - Li Nisêbînê eskeran amûrsaz Yûsûf Akin kuştibûn. Piştî AYM'ê biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da, parêzerê malbatê ji bo jinûvedarizandinê serî li dadgehê da.    Di 20'ê Kanûna 2011'an de li gundê Deyrcem ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, eskerên ji bo operasyonê hatibûn herêmê amûrsaz Yûsûf Akin kuştibûn û Mehmet Eren jî birîndar kiribûn. PIştî kuştina Akin û birîndarkirina Eren, derbarê esker K.E.O., Ş.T., B.Y., Y.T.K. û D.G. de doz hatibû vekirin  û paşê ev esker beraet kiribûn. Lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), têkildarî biryara beraetê de biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da. Her wiha AYM'ê ji bo her du serlêdêran jî biryara 175 hezar TL tazmînta manewî da û ji bo jinûvedarizandinê jî dosye ji dadgeha herêmî re şand.    Piştî biryara AYM'ê parêzerê dosyeyê Erdal Kûzû, ji bo jinûvedarizandinê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê da. Tê payin ku dê dadgeh di nêz de serlêdanê binirxîne û biryarê bide bê ka dê darizandin ji nû ve bê kirin an na.    ‘KUŞTINA BI QESDÎ'   Kûzû, behsa pêvajoya darizandinê kir. Kûzû, diyar kir ku Akin gava karê xwe dikir hatiye kuştin û got: "Walîtiya Mêrdînê jî daxuyanî dabû ku Yûsûf Akin endamê rêxistinê ye û di şer de hatiye kuştin." Kûzû, destnîşan kir ku lê piştî rastî aşkere bû walîtiyê qebûl kiriye ku gundiyekî sivîl hatiye kuştin û got: "Yûsûf, gundî bû, kar û barê xwe dikir. Li holê tu şer tune bû, lê bi qesdî hat kuştin. Jixwe fîşeka li canê Yûsûf ketibû jî delîleke berbiçav bû ku hedef hatiye girtin."    BIRYARA AYM'Ê   Kûzû, destnîşan kir ku dadgehê 10 salan kiryar bê ceza hiştine. Kûzû, bilêv kir ku lê belê AYM'ê di biryara xwe de diyar kir ku darizandineke adil nehatiye kirin, delîl bi etvahî nehatine berhevkirin û dadgehê ji bo rastiyê tam aşkere bike karê xwe baş nekiriye.    Kûzû, bilêv kir ku biryara AYM'ê biryareke girîng e û di warê bidawîbûna polîtîkaya bêcezatiyê de di wesfê biryareke emsal de ye. Kûzû got: "AYM, diyar kir ku tenê bi dayina tazmînatê dê ev kiryar ji holê ranebe. Lewma xwest darizandin ji nû ve bê kirin. Ev jî nîşan dide ku polîtîkaya bêcezatiyê ji hêla dadgehên herêmî ve nayê birêvebirin. Lewma biryara darizandina ji nû ve biryareke girîng e."   MA / Ahmet Kanbal